Bi ber arizeya di Îstasyona Pompayê ya Bendava Dîcleyê li Amedê dê 24 saetan av bê birîn.
Midûriyeta Giştî ya Dîskî, diyar kir ku di boriya pola ya 2200 mîlîmetre ya Îstayona Pompayê ya Bendava Dîcleyê de arizeyek derketiye û ji ber vê yekê jî dê 24 saetan avê nedin bajar. Li seranserê bajar dê av bê birîn. Di 12’ê tîrmehê de saet di 01.00’an de dest pê bike û heta 13’ê tîrmehê saet 01.00’an bidome. Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ li dijî birîna avê welatî hişyar kir û gotin bila tedbîr bên girtin.