100 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hatin sirgûn kirin. Li Girtîgeha Tîpa D ya Girtî jî hat hînbûn ku dê 70 girtiyên siyasî sirgûnî girtîgehên Ordû û Gîresûnê bikin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin, hêjmarek zêde girtiyên siyasî yên ji girtîgeha Tîpa D ya Girtî ya Amedê sirgûnî girtîgehên Îzmîr û herêmên Karadenîzê kirin. 100 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, sirgûnî girtîgehên Îzmîrê kirin, her wiha ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî qasî 70 girtiyên siyasî dê di rojên pêş me de sirgûnî Girtîgehên Ordû û Gîresûnê bikin.
Li aliyê din jî hat ragihandin ku, 85 girtî û hikumxwariyên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê Yekşema borî sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê kiribûn.