Li Amed û Mêrdînê çalakiyên gerîla

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Amed û Mêrdînê çalakî lidar xistin. Li ser rêya Amed-Çewlikê jî gerîlayan kontrola nasnameyan kirin û ji gel re pêvajo nirxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG'ê diyar kir, gerîlayan li Amed û Mêrdînê çalakî pêk anîn û ev agahî da: "22'ê Sibatê saet di 07:30 de tîmeke me ya gerîla li ser rêya ber bi navenda navçeya Mêrdîn Kerboranê, li hemberî maşîneke zirxî ya artêşa TC a dagirker çalakiyeke sabotajê pêk anî. Bi vê çalakiyê re derb li maşîna zirxî hat xistin; hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

Roja 21'ê Sibatê hêzên me yên gerîla, li hemberî kampeke Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê ya navbera gundên Kuçik û Kesin ên navçeya Amed Karazê çalakiya sabotajê lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de bîra petrolê, pompeya bîrê, depoya sotemeniyê, sîstema parizîne û jenerator hatin îmhakirin.

21'ê Sibatê saet di navbera 05:00-09:00 de hêzên me yên gerîla li ser rêya Amed-Çewlikê kontrola nasnameyan kirin û der barê pêvajoyê de agahî dan gel. Her wiha wesayîta şîrketeke taybet a ji Hikûmeta AKP'ê re dixebite û amûrên tê de rûxandin."

TOPBARAN DEWAM DIKE

Di dewama daxuyaniya HPG'ê de li ser êrîşên artêşa Tirk ev agahî hatin dayîn:

"21'ê Sibatê saet di navbera 09:30-12:00 de qereqola Tepê Maymûn a li navçeya Şirnex Qilabanê; bi obus, hawan û tankan bombe li qada Şehîd Rênas a Heftanînê barand.

21-22'ê Sibatê saet di navbera 22:30-01:00 de qereqola Aruş a li navçeya Şirnex Qilabanê obus û hawan avêt girê Şehîd Dilber ê li Metîna.

21'ê Sibatê saet di navbera 17:00-17:30 de qereqola Zeytê ya li herêma Avaşînê obus û hawan avêt geliyê Zeytê.

22'ê Sibatê (îro) saet di navbera 00:00-01:00 de qereqola Êrîş a li navçeya Colemêrg Çelê, bi obus û hawanan girê Xeregol ê herêma Zapê bombe kir."

Di daxuyaniya HPG'ê de her wiha hat gotin, "21'ê Sibatê saet di navbera 09:00-19:00 de li ser herêma Garê balafirên keşfê yên bê mirov geriyan."