Li Amed û Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin
Li navçeya Licê ya Amedê di kontrolên rê de gelek kes û li Colemêrgê jî di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Licê ya Amedê di kontrolên rê de gelek kes û li Colemêrgê jî di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin.
AMED
Li Licêya Amedê, di venêrînên rê de, gelek kes ji hêla tîmên taybet û leşkerên Tirk ve hatin binçavkirin. Hin kesên ku di venêrîna rêyan de hatin binçavkirin navên wan ev in: Aysel Tûfan, Gamze Tûfan, Meryem Alinak, Kînem Yîgîtel, Fehîme Zoraslan, Latîf Emînoglû, Sûha Aslan, Ahmet Dolû, Bîrcan Akgonul, Halîs Kaymaz, Yahya Yîgîtel, Gulten zbahçivan, Menal Gundogan û keça wê ya 5 salî Avesta Gundogan.
Hat diyarkirin ku hejmara binçavkiriyan zêdetir e. Tê payîn ku kesên hatine binçavkirin bişînin Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê.
COLEMÊRG
Li navenda Colemêrgê jî tîmên taybet ên Tirk avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de 6 kes hatin binçavkirin, dema lêgerînan de jî mal hatin serûbinkirin. Dîsa hate ragihandin ku polîsan heqaret li malbatan kirine.
Melek Yalçin, Alî Yakin, Denîz Yakin, Nazim Yakin, Savaş Taş û kesekî navê wî nehat zanîn birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
Her wiha di serdegirtinên duh de jî 3 kes hatibûn binçavkirin, hate diyarkirin ku hê îfadeyên wan nehatine girtin û li nezaretê tên ragirtin.