Li Amed, Cizîr, Êlih û Geverê li aqûbeta windayan hat pirsîn

Xizmên windayan li Amed, Cizîr, Êlih û Geverê di nav çalakiyan de bûn.

Xizmên windayan li Amed, Cizîr, Êlih û Geverê di nav çalakiyan de bûn.

AMED

Malbatên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê li ber Abîdeya Jiyanê cara 355'emîn hatin cem hev. Beriya ku aqubeta Melek Ok'a 2'ê adara 1993'an bê pirsînê Rêvebera ÎHD'ê ya Amedê Nîgar Kocaman axaftinek kir û qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî pêk hatî şermezar kir. Kocaman diyar kir ku ew her roj ji bo ku qetilkirin pêk neyên li qadan e lê her roj mirovên wan tên qetilkirin.

Piştî axaftina Kocaman çîroka Melek Ok a ku di 2'ê adara 1993'an li li navçeya Hênê ya Amedê hatiye qetilkirin hat xwendin. Piştî xwendina çîroka Ok xizmên windayan 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk anî.

GEVER

ÎHD û xizmên windayan di çalakiya 85'an de li Kolana Hunerê hatin cem hev û aqûbeta xizmên xwe pirsîn. Gelek welatiyan jî piştgirî dan çalakiyê. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Îslam Terkoglu yê di 23'yê mijdara 2006'an de li gundê Oremarê ya Geverê hate binçavkirin û hate qetilkirin pirsîn. Piştî rêzgirtinê biraziya wî Diljîn Terkoglu çîroka ku ji aliyê hevsera wî, Kamîle Terkoglu ve hate nivîsandin xwend.

Terkoglu got ku têkîldarî bûyerê gilî hatiye kirin lê kujerên wî derneketin ber darazê, serî li DMME'yê dane û doza wan berdewam dike, ew ê pey doza xwe bernedin.

Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

ÊLIH

Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlîhê û Xizmên Windayan çalakiya xwe ya 'Winda bên dîtin, kujer bên darizandin' ya hefteya 356'an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan ya li Kolana Gulistanê hat lidarxistin. Endamê ÎHD'ê ya Êlîhê Prz. Devran Yildiz daxuyanî xwend û anî ziman ku roja ku Komara Tirkiyeyê ava bûyî heya îro binpêkirina mafên mirovan xelas nebûye û roj bi roj binpêkirina mafên mirovan zêde dibe.

'BI QEDEXEYA DERKETINA KOLANAN RE KUJERÊN NEDIYAR REWA DIKIN'

Yildiz bal kişand ser şerê ku li hemberê Kurdistanê tê meşandin û wiha axivî: "Qetlîaman bi qedexeya derketina kolanan re nayên qebûlkirin û dixwazin bi van qetlîaman kujerên nediyar rewa bikin. Ji bo vê yekê divê demildest qedexeya derketina kolanan ya ku riya qetilkirina welatiyên sivîl vedike bê rakirin. Tekildarî qetilkirina welatiyên sivîl û binpêkirina mafên mirovan lêkolîn bên destpêkirin. Şerê tê meşandin jî bê rawestandin û pirsgirêk bi muzakereyan were çareserkirin."

Yildiz banga dest ji polîtîkayên şer berdanê li hikumeta AKP'ê kir û axaftina xwe wiha domand: "Em wekî parêzerên mafê mirovan hikumeta AKP'ê hişyar dikin û yên van polîtîkayên şer dimeşînin divê demildest dev ji van polîtakayan berdin. Hê rê nêzîk bila vegerin. Kiryarên ku heya îro hatî ceribandin tû encam nedaye û bila dest ji van kiryaran berdin. Bi vê avayê nikarin encam bigrin."

Çalakî bi 5 deqe çalakiya rûniştinê dawî bû.

ŞIRNEX

Li Cizîrê Dayikên Şemiyê aqûbeta M. Nezîr Duman ê di sala 1993'an de ji hêla kesên nasnameya wan ne diyar ve hatibû windakirin, pirsîn. Di çalakiyê de Nûnerê ÎHD Abdulkerîm Pûsat diyar kir ku dewlet kujeran diparêze û beraatkirina endamên JÎTEM'ê nayê qebûlkirin.

Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayîkên Şemiyê di çalakiya hefteya 359'emîn de aqûbeta M. Nezîr Dûman ê di sala 1993'an de dema ji Mîdyadê dihate Hezexê ji hêla kesên nasnameya wan ne diyar ve hatibû windakirin pirsîn. Di çalakiyê de Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Konur, nûnerên MEYA-DER, KURDÎ-DER, ÎHD, TÎHV û xizmên kesên di 9 rojên qedexe kirina derketina kolanan de ji hêla polîsan ve hatine qetilkirin amade bûn. Dayîkan wêneyên kesên ji hêla JÎTEM'ê ve hatin windakirin û yên ji hêla polîsan ve hatine qetilkirin hilgirtin û panqarta mezin a "Albûma şehîdan" vekirin.

HESTÎ JÎ LI HOLÊ TINE NE

Li ser navê dayîkan Nûnerê Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) Abdulkerim Pûsat çîroka windakirina M. Nezîr Dûman vegot. Pûsat da zanîn ku dema Dûman bi wesayîta xwe ya taybet ji Midyadê tê Hezexê ji hêla kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve pêşiya wî tê girtin. Pûsat bilêv kir ku kesên pêşiya Dûman girti û ew binçav kirin endamên JÎTEM'ê bûn. Pûsat destnîşan kir ku ji wê rojê heta niha tu agahî ji Dûman negirtine û axaftina xwe wiha domand: "Malbatê serî li gelek cihan da, lê bê encam ma. Malbat dixwaze qet nebe hestiyên Dûman werin dîtin".

'WÊ ROJEKÊ KUJER WERIN DARIZANDIN'

Pusat piştî vegotina çîrokê ani ziman ku hukumeta AKP'ê kujerên salên 90'an diparêze û wiha axivî: "Beraatkirina endamên JÎTEM'ê vê rewşê zelal dike". Pusat da zanin ku ew bi salan e ji bo dadê li vê qadê dirûnin û her dawî ev tişt gotin "Em ê heta dad pêk werê li van qadan bin. Wê rojekê dozger û dadgerên dadnas werin û kujeran darizanin."

Piştî axaftina Pusat Dayikan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.