Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hate pirsîn
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo aqûbeta windayan bipirsin, çalaki lidar xistin.
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo aqûbeta windayan bipirsin, çalaki lidar xistin.
Şaxa Amedê ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 872’yan a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya li navçeya Rezan kom bûn. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Hamza Arslanoglu hatin pirsîn ku 25’ê Cotmeha 1995’an li Amedê ji aliyê endamên JÎTEM’ê ve hate revandin û piştre hate windakirin.
Piştî daxuyaniyê, ji bo kesên ku bi rengekî veşartî hatine qetilkirin û windayan, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
ÊLIH
Li Êlihê jî çalakiya ÎHD û xizmên windayan di hefteya 708’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan hate lidarxistin. Di çalakiyê de aqûbeta Nazim Gulmez hate pirsîn ku 15’ê Cotmeha 1994’an li gundê Taşitli yê navçeya Xozat a Dersimê piştî ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate binçavkirin, êdî agahî jê nehat wergirtin. Rêveberê ÎHD’ê Zana Yucel Bozkurt çîroka Gulmez xwend.
Piştre çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
COLEMÊRG
Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan li Kolana Huner a li navçeya Gever a Colemêrgê ji bo kesên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine windakirin hatin ba hev. Xizmên windayan wêneyên windayan û pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” hildan. Aqûbeta Abdulkerîm Yurtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş hate pirsîn ku 27’ê Cotmeha 1995’an hatin windakirin.
Piştre çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.