Li Agiriyê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Agiriyê serê sibê li taxên Fatîh û Bulut bi ser malên endamên BDP'ê Îzzet Bozkuş, Îsmail Karahan, Selîm Ulaş de girtin. Li malan lêgerînê pêk hat û pişt re jî gotin bila welatî bên Midûriyeta Polîsan îfadeyan bidin. Sedema serdagirtina malan nehate zanîn. Hate zanîn ku, di dema serdagirtinê de polîsan heqaret li welatiyan kir.