Li navçeya Patnosa Agiriyê kamyonek, otomobîlek û traktorek ketin nav hev, ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da 8 kes jî birîndar bûn.
Li ser 14’mîn kîlometreya rêya Patnos-Bedlîsê kamyon û traktorek li hev ketin, her wiha otomobîlekî ji aliyê din yê rê hat ew jî biwesayîtên din ve qelipî. Di encama qezayê de ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Qezaya ku li nêzî gundê Şewendelî ku otomobîlekî ji şerîta din hat ket nav de, Şerîf Taşkin (32), Aysel Taşkin (35), Reşît Taşkin (65) û Nûrcan Taşkin (15) yên di otomobîlê de li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Firat Taşik, Aşkin Taşkin, Kader Taşkin, Asli Taşkin Melîke Taşkin û Zeynep Taşkin yên di otomobîlê de, her wiha ajovanê traktorê Abdurehman Sari û Onder Sari jî birîndar bûn.
Zeynep Taşkin ku rewşa wê girane rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê, birîndarên din jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Patnosê. Aşkin Taşkin û Kader Taşkin jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê.