Li Agiriyê polîsan ji bo welatiyan gazî bikin îfadeyan bi ser malan de girtin û li mala Îzzet Bozkuş lêgerîn pêk anîn û ji wan re gotin "Hûn li malê PKK'iyan xwedî dikin"
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Agiriyê li taxên Fatîh û Bulutê bi ser malên endamên BDP'ê Îzzet Bozkuş, Îsmaîl Karahan û Selîm Ulaş de girtin. Polîsan li malan lêgerîn kirin û hate zanîn ku, ji bo welatiyan gazî bikin îfadeyan bi ser malan de girtin. Îzzet Bozkuş, diyar kir ku bi awayeke keyfî bi ser malan de girtin û di dema serdagirtinê de polîsan heqaret li wan kir û wiha got:
"Ji ber ku birayê min di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da her tim polîsa bi ser mala me de digirin. Berê polîsan bi ser mala me de girtin û ji me re gotin 'Hun PKK'iyan xwedan dikin' Lê rewşeke me ya wisa tuneye. Di dema serdagirtinê de hemû wêneyên birayê min destser kirin. Pirtûk û kovarên li malê hemû destser kirin. Dema ku min sedema sedagirtinê pirsîn gotin îxbar heye." Bozkuş, da zanîn ku piştî serdagirtinê polîsan xwest ku wî binçav bikin lê ji ber ku tu delîl tunebûn ew binçavnekirin û wiha axivî: "Min demeke dirêj bi polîsan re nîqaş kir. Heke di destê we de delîl hebin min binçav bikin. Lê ji ber ku tu delîl tunebûn bi telefonê bi kesekî re axivî. Ji min xwestin ku ez saet di 10.30'an de biçim edliyeyê. Dê îfadeyên min bigirin."
Prz. Tîmur Demîr, diyar kir ku di demên wisa de ji ber tu delîl tunene binçavkirin pêk nayê. Demîr, anî ziman ku biryarê dozgerê lêpirsînê dimeşîne dê biryarê bide.