Li Agiriyê çalakî, li Colemêrgê veguhestina leşkerî

Li Agiriyê çalakî, li Colemêrgê veguhestina leşkerî

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku gerîlayan li Agiriyê çalakiyek li dar xistiye, hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehatine zelalkirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê di daxuyaniya da de got; “Di 31'ê Gulanê de di saet 19.30'an de di navbera navçeyên Bazîd û Diyadîna Agiriyê li dijî leşkerê li ser Girê GomaTemira de bicîh bûne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

LI COLEMÊRGÊ VEGUHESTINA LEŞKERÎ

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 29'ê Gulanê û vir ve li navenda Colemergê ji bo qereqola Peyanûsê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk leşker û cebilxanê tê veguheztin û ev agahî hat dayîn; “Herweha li herêma amadekariyên operasyonê heye balefirên keşfê jî digerin.”