Li Agiriyê 5 kes hatin girtin

Li Agiriyê 5 kes hatin girtin

5 kesên ku li navçeyên Tutax, Bazid û Giyadîn ya Agiriyê de hatibûn binçavkirin û di nav de Serokê BDP'a Navçeya Bazidê Îsa Ozer jî heye, hatin girtin.

Serokê BDP'a Navçeya Bazidê Îsa Ozer, endamê meclîsa şaredariyê Nûrî Çelîk, endamê Meclîsa Daîmî ya DTK'ê Mûstafa Ozer, endamên BDP'ê Latîf Baydat û Îbrahîm Bobîlîk ku çend roj berê hatibûn binçavkirin, sewqî Edliyeya Bazidê hatin kirin. 5 kesên ku li dozgeriyê îfadeya wan hate girtin ji bo bên girtin sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgeha Cezaya Sulhê ya nobedar derbarê 5 kesan bi hinceta 'Endamê rêxistinê ne' biryara girtinê da û wan şand girtîgehê. Di heman operasyonê de Endamê Meclîsa Şaredariya Giyadînê Hakan Kovalan duh hatibû girtin.

Koma kesê ku hatibû binçavkirin ya din ku di nava wan de Endamê PM'a BDP'ê Rahmî Çelîk jî heye piştî karên li Miduriyeta Polîsan sewqî dozgeriya Agiriyê hatin kirin.