Li Agirî û navçeyên wê terora AKP'ê

Li Agirî û navçeyên wê terora AKP'ê

Yekîneyên polîs û leşkerên Tirk li gund, navçeyên Dutax, Bazîd, Giyadîn û navenda Agiriyê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan bi ser Şaredariya Bazîdê de jî girtin. Li mal û şaredariyê lêgerîn berdewam dikin. Gelek rêveberên BDP'ê û KCD'ê hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Agiriyê.

Yekîneyên polîsan li gund, navçeyên Dutax, Bazîd, Gîyand ên Agiriyê û navenda Agiriyê serê sibê saet di 05.00'an de li hemberî BDP'î û KCD'iyan operasyon li dar xistin. Di çarçoveya operasyonê de bi ser Şaredariya Bazîdê û gelek malan de hate girtin.

Di serdegirtinan de li mal û Şaredariya Bazîdê lêgerîn hate kirin û lêgerîn berdewam dikin. Hate hînbûn ku di lêgerînan de gelek hard dîsk, flash dîsk û CD hatin destserkirin. Li gel şaredariyê lêgerîn li mala Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bazîdê Îsa Ozer, Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Mustafa Ozer, Nûnerê KCD'ê yê Tutaxê Îkram Ogul û malên gelek xebatkarên şaredariyê û rêveberên BDP'ê lêgerîn berdewam dike. Hate zanîn ku di serdagirtina gund, navçeyên Dutax û Giyadînê yên Agiriyê û navenda Agiriyê di nav de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Agiriyê Kasim Polat jî di nav de herî kêm 25 kes hatin binçavkirin û kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Agiriyê.