Li navçeya Avkevir a Agiriyê rêvebirê DBP'ê Îdrîs Işik hate girtin, endamê KCD'ê û keyayê gundê Goma Elo hatin binçavkirin. Li Erziromê jî rêvebirê DBP'ê ya navçeya Koprukoyê Hayrettîn Ozel hate binçavkirin.
Li navçeya Avkevir a Agiriyê rêvebirê DBP'ê Îdrîs Işik du roj berê hatibû binçavkirin. Işik piştî karên emniyetê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Işik bi îddîaya ku "endamê rêxistinê" ye hate girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M ya Agiriyê. Her wiha dîsa li Avkevirê endamê KCD'ê Berhem Işik (40) û keyayê gundê Goma Eloyê Engîn Kaya li navçeyê hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina wan nehat zanîn û ew birin midûriyeta polîsan.
ERZIROM
Rêvebirê DBP'ê ya Koprukoyê Hayrettîn Ozel jî dema ji Koprukoyê ber bi Pasînler ve diçû ji aliyê polîsan ve hate binçav kirin. Sedema binçavkirina Ozel nehate zanîn. Ozel birin Miduriyeta Emniyetê ya Pasînler.