Operasyonên artêşa Tirk li navçeya Xozata Dêrsimê û navçeya Bazîda Agiriyê daye destpêkirin berdewam dikikin
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniy da de got; “1. Di 20'ê Gulanê de di saet 17.30'an de li navçeya Xozata Dersimê li dijî herêma di navbera Reşgul Û Deştê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.”
Di berdewam daxuyaniyê de hat gotin ku di 20'ê Gulanê de li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî herêma di navbera gundên Çiftlîk û Turkmen de 4 panzer, 4 tank, 3 bataryayên topan bi giştî 26 wesayitên leşkerî li herêmê hatiye veguhestin û û li herêmê amadekariya operasyoneke berfireh heye.