Li Agiriyê înfaza du jê bira ya 3 kesan a ji aliyê tîmên taybet ve pêk hat, şopa di garajê de her tiştî radixe ber çavan. Polîsan ji her alî ve garaja deriyê wê tine gulebaran kirine û tevî di garajê de ti şewat derneketiye jî cenaze hatine şewitandin.
Tîmên taybet duh li Taxa Sitkiye ya Agiriyê bi ser malekê de girtin û endamê HDP'ê Sezaî Yaşar, birayê wî Ahmet Yaşar û Mirzettîn Gorturk ê ji Mûşê înfaz kirin. Piştî înfaz pêk hat 5 seatan cenaze li cihê bûyerê hatin sekinandin û piştre birin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê. Serokê Baroya Agiriyê Alî Artuk xwest di lêkolîna dozgeriyê de cih bigire, lê dozgeriyê ev yek red kir. Piştî cenaze anîn nexweşxaneyê polîsan û tîmên taybet bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan nexweşxane dorpêç kirin. Parêzer û malbata Yaşar ketin morgê û gotin cenaze hatine şewitandin.
Lê di garaja polîsan êrîş biriye ser ti şewat derneketiye. 3 kes di garaja deriyê wê tuneye hatine înfazkirin. Hat dîtin ku ji çar aliyan û bi ser man garaj hatiye gulebarankirin û ti şopa pevçûnekê tineye.