Li Îranê aktîvîsta jin Seyran Husrevî hate binçavkirin

Aktîvîsta jin Seyran Husrevî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate binçavkirin.

SEYRAN HUSREVÎ

Li gor agahiyên ku Rêxistina Tora Mafên Mirov a Kurdistanê belav kiriye, jina çalakvan a bi navê Seyran Xesrewî ya xelkê bajarê Sine ye, ji aliyê hêzên Îtaleta Îranê ve hatiye binçavkirin û çarenûsa wê nayê zanîn.

Hat zanîn ku di dema binçavkirinê de bi ser mala wê de hatiye girtin, gef lê hatiye xwarin û bêy ku belgeyek yasayî ya ji bo binçavkirinê bê nîşandan, birine.