Li Êlihê ji bo gerîlaya YJA Starê Zîlan Yilmaz teziye

Li Êlihê ji bo gerîlaya YJA Starê Zîlan Yilmaz (Siyajin Heskîf) ku di 27’ê Tebaxa 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû teziye hat danîn.

Ji bo Zîlan Yilmaz li Mala Teziyê ya Feqiye Teyran a li Taxa Bayindirlikê ya Êlihê teziye hate danîn.

Gelek kes bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re  (MEBYA-DER) çûn serdana teziyê. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li serdanê bûn.

Girseyê di teziyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey Serok” berz kirin.

Hat diyar kirin ku serdanên ji bo teziyeyê didome.