Li 4 nuqteyên cuda yên Wanê çalakiyên li dijî polîsan
Di navçeyên Îpekyolû û Tûşba yên Wanê, di dema derbasbûna maşînên zirxî yên polîsan de li 4 nuqteyan çalakî hatin lidarxistin.
Di navçeyên Îpekyolû û Tûşba yên Wanê, di dema derbasbûna maşînên zirxî yên polîsan de li 4 nuqteyan çalakî hatin lidarxistin.
Li navçeyên Îpekyolû û Tûşba yên Wanê, di dema derbasbûna maşînên zirxî yên polîsan de li 4 nuqteyan çalakî hatin lidarxistin.
Li taxa Akkopru ya navçeya Tûşba û li taxên Xaçort û Seyît Fehîm Avrasî yên navçeya Îpekyolû, nîvê şevê di dema derbasbûna maşînên zirxî yên polîsan de li 4 nuqteyên cuda çalakî hatin lidarxistin.
Dengê teqînên dijwar li her devera bajêr hat bihîstin.
Di dema teqînan de maşînên zirxî xisareke mezin dîtin.
Li ser encamên çalakiyan agahiyeke zelal bi dest neket.