Terora rejîma AKP’ê ya girtin, binçavkirin û zextan ali hemberî gelê kurd sînoran nas nake. Li Agirî û gund û navçeyên wê di encama serdegirtina malan de 25 kes, li Sêrtê 4 kes hatin binçavkirin. Li Gurgumê jî 4 BDP’î hatin girtin.
Terora AKP’ê ya li hemberî kurdan bê navber didome. îro li 3 bajaran serdegirtin çêbû û di encamê de 29 kes hatin binçavkirin û 4 kes jî hatin girtin.
Yekîneyên polîs û leşkerên Tirk li gund, navçeyên Dutax, Bazîd, Giyadîn û navenda Agiriyê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan bi ser Şaredariya Bazîdê de jî girtin. Li mal û şaredariyê lêgerîn berdewam dikin. Gelek rêveberên BDP'ê û KCD'ê hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Agiriyê.
Di serdegirtinan de li mal û Şaredariya Bazîdê lêgerîn hate kirin û lêgerîn berdewam dikin. Hate hînbûn ku di lêgerînan de gelek hard dîsk, flash dîsk û CD hatin destserkirin. Li gel şaredariyê lêgerîn li mala Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bazîdê Îsa Ozer, Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Mustafa Ozer, Nûnerê KCD'ê yê Tutaxê Îkram Ogul û malên gelek xebatkarên şaredariyê û rêveberên BDP'ê lêgerîn berdewam dike. Hate zanîn ku di serdagirtina gund, navçeyên Dutax û Giyadînê yên Agiriyê û navenda Agiriyê di nav de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Agiriyê Kasim Polat jî di nav de herî kêm 25 kes hatin binçavkirin û kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Agiriyê.
LI SÊRTÊ JI MALEKÊ 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Sêrtê serê sibê li taxên Çal, Malên 99 û Doganê û Hala Fekî ya Şaredariya Sêrtê de girt. Polîsan di serdegirtina malan û halê de ji malbatekê 4 kes binçavkirin. Polîsan endamê Meclîsa Şaredariyê yê BDP’î Hidayet Elînç, Egît Elînç, Razi Elînç û M. Şirin Elînç ku li halê dixebitî binçavkirin û birin Midûriyeta polîsan a Sêrtê. Sedema binçavkgirina 4 kesên malbata Elînç nehat zanîn.
4 RÊVEBERÊN BDP'Ê HATIN GIRTIN
Serokê BDP'a Gurgumê Metin Gonulşen, Seroka BDP'a Bazarcixê Ayşe Sonzamanci, Serokê BDP'a Elbistanê Huseyîn Yildiz û endamê BDP'ê Mahmut Aktaş ku 2 roj berê di bin navê operasyona "KCK'ê" de hatin binçavkirin hatin girtin.
2 roj berê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Meletiyê de polîsan li Gurgum û navçeyên wê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Serokê BDP'a Gurgumê Metin Gonulşen, Seroka BDP'a Bazarcixê Ayşe Sonzamanci, Serokê BDP'a Elbistanê Huseyîn Yildiz û endamê BDP'ê Mahmut Aktaş hatin binçavkirin. 4 rêveberên BDP'ê piştî şandin midûriyeta polîsan ji wir jî sewqî dadgehê hatin kirin. Dozger piştî li îfadeya Rêveberên BDP'ê Gonulşen, Sonzamanci, Yildiz û Aktaş guhdar kir, bi daxwaza girtinê sewqi dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî bi îdîaya "Di rêveberiya KCK'ê de cih girtine" derbarê 4 BDP'iyan de biryara girtinê da û 4 BDP'î şandin girtîgehê.
LI AMED Û RIHAYÊ 35 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Duh li Riha û navçeyên wê û Amedê serdagirtina malan pêk hatibû. Di serdegirtinan de di nava wan de serokên navçeyên BDP’ê, endamên şaredariyê û cigirên şaredariyê jî hebû bigiştî 35 kes hatin binçavkirin.
DI 2 MEHAN DE 2 HEZAR KES
‘ÝHD’a Amedê duh rapora xwe weşand û diyar kir ku di çar mehên ewil yên 2012’an de ji 2 hezarî zêdetir kes hatine binçavkirin. Her wiha hate gotin ku li bajarên kurdan di çar mehan de nêzî 10 hezar binpêkirinên mafan pêk hatiye. Ligel vê li girtîgeh û qereqolan jî 281 îşkence û muameleyên xerab çêbûne.