Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Parlementera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane çûn serdana gorra siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan a li Cizirê. Orhan Dogan di 2007 de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû.
Siyasetmedarê Kurd û parlementerê berê Orhan Dogan di 24’ê hezîrana 2007 de li navçeya Bazîda Agiriyê dema di mitîngekê de diaxivî, dilê wî rawestiya û jiyana xwe ji dest da. Bi boneya salvegera mirina Orhan Dogan Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Parlementera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane çûn serdana gorra wî.
Piştî Nimêja Îna Sivîl a li Cizîrê hate kirin, bi hezaran kes tevî parlementeran çûn serdana gorra Orhan Dogan. Girseya li ser gorra Orhan Dogan bênavber dirûşimên “Şehîd Namirin” û “Bê Serok Jiyan nabe” qêriyan.
Leyla Zana li vir axivî û diyar kir ku dê rojek aşitî bê ser vê axê û got; “Beklî temenê me têrê neke, lê dê teqez aşitî were ser vê xakê.”