BI DÎMEN

Leyla Agirî: Ev sedsal Hîtlereke nû ranake

Endama Konseya Rêveber a Komelên Jinên Kurdistanê KJK’ê Leyla Agirî ji bernameyeke Newroz TV re li ser berxwedana xweseriya demokratîk li Bakurê Kurdistanê û xwedî derketina gelê Kurd li çar beşên Kurdistanê axivî.

Endama Konseya Rêveber a Komelên Jinên Kurdistanê KJK’ê Leyla Agirî ji bernameyeke Newroz TV re li ser berxwedana xweseriya demokratîk li Bakurê Kurdistanê û xwedî derketina gelê Kurd li çar beşên Kurdistanê axivî. Agirî berxwedana îro li Bakurê Kurdistanê birêve diçe weke berxwedaneke çarenûssaz binav kir û da zanîn ku ev berxwedan wê çarenûsa tevahî gelê Kurd diyar bike.

Agirî her wiha da xuyakirin ku dewlet bi awayekî hovane bi ser berxwedana gel de diçe û gelê Kurd li Bakur îro rûberûyê faşîzma Erdogan û AKP’ê ye. Agirî da zanîn ku faşîzmeke wisa ye ku zarokên Kurdan hîn di zikê dayikê de ye qetil dikin, ji miriyên Kurdan ditirsin û serî li her cûre hovîtiyekî dide. Leyla Agirî faşîzma AKP û Erdogan şiband faşîzma Hîtler û Mûsolonî û wiha pêde çû "Rêber APO ev derfet û zemînên ku li Kurdistanê çêbûne xwest hîn pêşdetir bibe ji lewma pêvajoyekî li Bakur da destpêkirin. Dixwest bi rêyên diyalogê çareseriyê pêş bixe. Lê, li hember ev hewldan û keda Rêbertiya me AKP û dewleta Tirk kete nava hesabên pir qirêj. Dirûst nêz nebûn û xwestin dubare Kurdan qirbikin û di komkujiyan re derbas bikin. Dewleta Tirk ti carî serketinên Kurdan hezimnekiriye û hezim jî nake. Ji bo Kurd nebin xwedî statû çi ji destê wan tê texsîr nakin. Gava yekê ya şer bi tecrîtkirina Rêber APO, diyalog li gel Rêber APO qutkirinê re dan destpêkirin. Ev helwesta li hember Rêbertiyê pêşxistin wateya pêvajoyeke şer a dijwar bû. Konsepta şer di şexsê Bakur de dixwazin berbelavê tevahî Kurdistanê bikin."

"AZADIYA RÊBER APO BI RÊXISTINKIRINA TEVAHIYA KURDAN DIBE'

Leyla Agirî diyar kir ku dewleta Tirk xwedî karektereke faşîst, komploger û milîtarîst e û wiha berdewamî bi axaftina xwe anî "Dîroka dewleta Tirk tijeye bi nimûneyên komplo û komkujiyan. Niha agahî ji Rêbertî nayê girtin û du heval jî ji gel Rêbertî mişextê zîndaneke din kirine. Ne parêzer dikarin biçin gel Rêbertî, ne malbata Rêbertî dikare hevdîtinê li gel çêbike, ev tev fikar û gumanên me zêde dikin. Rêbazên dewletê yên hovane dibe sedem ku em di der barê rewşa Rêber APO de bi fikar bin. Eger bi awayeke ewçende hovane li ser gel û gerîla de tên gelo çawa nêzî Rêber APO dibin? Eşkereye ku rêbazên wan hîn dijwartir û xerabtire li hember Rêbertiya me. Ji ber mîmarê pergala me û ya xeta sêyem Rêbertî bixwe ye. Ev destketî hemû di encama fikir û felsefeya Rêbertî de çêbûne. Ji lewma hemû hêrsa xwe di Rêbertî re derdixin. Tecrîta li ser Rêbertiyê û rêwşa wî ya tendûristiyê me dixe nava liv û tevgerekî de. Azadî û başkirina rewşa Rêber APO di rêxistinkirin û bi pergalkirina Kurdan li her çar beşên Kurdistanê û derveyî welat re derbas dibe. Çiqas xwe rêxistin bikin û bibin xwedî îrade ewçende em azadiya Rêbertiyê dixin garantiyê." 

"DI DEMA KOMKUJIYÊN AMED, PIRSÛS, ENQEREYÊ DE GELO XENDEK HEBÛN?"

Leyla Agirî li hember ew şîroveyên dibêjin ev şer ji ber çêkirina xendekan û ragihandina xweseriyê destpêkiriye diyar kir ku; Ma dema komkujiya Amed, Pirsûs, Enqere çêbû xendek hebû? Agirî got, "Dema pêvajo destpêkê li Bakur destpê kir hinek gotin ji ber gel rêveberiyên xweser ragihandin û ciwan jî xendekan çêkirin ji lewma êrîşên dijwar li ser wan çêbûn. Ev nîşaneya çibû, nîşaneya ne naskirin û nezanîna heqîqeta dewleta Tirk e. Wê demê gel rêveberiyên xweseriya demokratîk ên bajarên xwe ranegihandibû. Dewlet ji xwe biryara xwe ya şer pêşdetir dabû. Dewletê di 2014’an de civîneke leşkerî ya jê re dibêjin ‘Desteya NeteweyÎ ya Ewlekariyê’ de biryara komkujî û qirkirina Kurdan dan. Şoreşa Rojava tirseke mezin xiste dilê wan. Piştre li xwe mikur hatin û gotin ku diviyabû me ne hiştiba li Başur jî Kurd bibin xwedî statû, me wê demê dikarî pêşî lêbigirin lê me şaşitiyeke dîrokî kir divê em niha nehêlin ne li Rojava ne li Bakur û nejî li ti beşê din yên Kurdistanê Kurd bibin xwedî statû. Dema ku şer li Bakur nebû lê, dewleta Tirk bi rêya DAIŞ’ê li Rojavayê Kurdistanê şer li hember Kurdan neda sekinandin. Bi awayeke hîn dijwartir bi ser Kurdan de hat. Me li Rojava ne bi DAIŞ re ya rastîn bi dewlet Tirk re şer kir. Yanî di bin kirasê DAIŞ’ê de dewleta Tirk hebû. Siyaseta wan ew bû ku bajarên herî zêde welatparêzî lê kure, bajarên serhidanê ne û her timî bûne bingeheke bihêz ji şoreşa Kurdistanê re û berdêlên mezın dane li cihên weke Cizîr, Silopiya, Amed û Geverê komkujiyan bikin, koçberiyê pêş bixin û careke din Kurdistanê vala bikin. Ev siyaset di dîroka dewleta Tirk de her xwe dubarekirine û careke yekê jî nîne. Şerê niha li Sûrê, Silopiya û Cizîrê birêve diçe ne bi rêya polêsên normal in hemû hêzên wan yên taybet in ango JÎTEM û Kontr Gerîlane. Em van hêzan ji salên 1990’î ve nas dikin, di hemû kuştinên kiryarên xwe ne diyar de rol girtine û gel di komkujiyan re derbas kirine."

"DEWLETA TIRK TI CARÎ NEXWESTIYE Û NAXWAZE GELÊ KURD BIBE XWEDÎ STATÛ"

Leyla Agirî bal kişand ser destketiyên hilbijartinên 7’ê Hezîranê û wiha axivî, "Hilbijartinên 7’ê Hezîranê ku ji bo gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd serketineke zehf watedar û mezin bû dewleta Tirk hejand. Ev serketina neteweya demokratîk bû. Ji lewma pergaleke weke ya dewleta Tirk desthilatparêz û yekperest ne gengaz bû ku vê encama demokratîk qebûl bike. Ji ber vê encamê hezim nekir lewma rûyê xwe yê rastî da nîşan. Ji lewma xwest di destpêkê de mûxalefeta gelên Tirkiyê ya di derdora HDP’ê de kom bûye parçe bike. Ji lewma di şexsê komkujiya Pirsusê de biratiya gelan û yekîtiya gelan armanc kirin. Komkujiya Enqereyê jî xwedî heman karekterê bû. Dewleta Tirk bi bi zanabûn û plankirî xwast derdora tevgera Kurd vala bike, tenê bihêle û teslîm werbigire. Ji lewma hemû hêzên kur û tarî yên dewletê li hember gelê Kurd xiste tevgerê. Ji ber dewleta Tirk ti car û ti carî nexwestiye û naxwaze gelê Kurd bibe xwedî statû. Li hember vêya jî berxwedaniya gelan û ya jinan pêş ket.  Me got Kurd êdî ne ew Kurdên berê ne. Ji bo statûyek bidest bixin di asteke jor de li ber xwe didin û wê li ber xwe jî bidin. Ji sedî zêdetir zarok li Kurdistanê hatin şehîd xistin û em dibînin ku cîhan lê temaşe dike. Zarok hîn di zikê dayika xwe de hate qetilkirin. Pîr hatin qetilkirin. Dayik hatin qetilkirin û mînaka vêya herî biêş jî dayê Taybet e ku bi rojan cenazeyê wê di kolanan de ma nekarîn bigirin. Dewleteke ewçende hove ku ji miriyê te jî ditirse. Mirina Kurdan a niha bixwe jî tirs û xofek dixe dilê dewletê”.

Leyla Agirî da zanîn ku komkujiyên her roj li hêrêmê çêdibin bûye sedem ku refleksên civakê bikuje û weke tişteke asayî were ji her kesê re û wiha berdewamî bi axaftina xwe anî "Her roj em nûçeyên komkujiyan dibihîsin. Êdî di herêma Rojhilata Navîn de kuştin û mirin zehf normal û ji rêzê bûye. Êdî civakê fêrî mirinê kirine ev pir xetere. Ev mirinên zêde û komkujiyên bi rojane li ser gelan pêk tên  refleksên civakê dikujin. Ev ji bo giştî mirovahiyê jî xetere, ji bo Kurdistanê jî xetere û heta ji bo Tirkiyê jî xeter e."

"EGER DYA JI TIRKIYEYÊ RE BÊJE ŞER NEKE, TIRKIYE QET NIKARE VÎ ŞERÎ BIDOMÎNE"

Agirî eşkere kir ku ev şerê îro li Tirkiyê li hember gelê Kurd birêve diçe bi piştgiriya hêzên navneteweyî çêdibe û wiha got; "Ev şerê îro li Bakur li hembêr gelê Kurd bi rê ve diçe bi piştgiriya hêzên navneteweyî birêve diçe. Ev şer ji siyaseta hêzên navneteweyî ya li hember Kurdan qut nîne. Eger piştgiriyeke ji hêzên navneteweyî negirin dewleta evçende bêperwa nikare êrişê bîne ser Kurdan. Di dîrokê de ne hatiye dîtin ku qedexeyên derketina derve ya bîst roj yan jî çil rojan hebe. Îro ev li Surê, Cizîrê heye. Gel gilî kir û heta ev gilî ya xwe bir Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî. Gotin ev rewşa ku li wir tê jiyîn li dijî hiqûqê û hiqûq tê binpêkirin. Gel bi qasî ku ji destê wan tê bi rêyên diyalog û demokrasiyê hewl didin pirsgirêkên xwe çareser bikin û xwe bidin fêmkirin. Mesela bersiva Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê ew bû ku ti xeteriyek nîne. Demokrasî û hiqûqa Ewropa ya ewçende reklama wê têkirin hemû di gotin de ye, di pratîk de tiştek wisa nîne. Li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Îro yên vê şerê li Kurdistanê kur dikin û nîfaqê dixe navbera mezhebê Şîa û Suniyan jî welatên weke Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Ewropa û Îngilîstan in.  Ji bo eniyeke Şîa li herêmê de pêşnekeve û bi hêz nebe ji lewma jî Suniyan didin gel xwe û herî zêde jî Tirkiye ji ber Suniye bikar tînin. Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de hêzên navneteweyî xwestin dersekî bidin AKP’ê. Ji ber R.T.Erdogan pir hedê xwe derbas kiribû, êdî pîvanek ji bo Erdogan pêwîst bû. Bi temamî AKP ji çav dernexistibûn û dixwastin bi AKP’ê berdewam bikin lê, AKP yeke dibin kontrola wan de. Xwestin lewaz bikin lê, ti lêgereke wan ya bê AKP nînbû. Herçend carûbar berdevkên DYA, Ewropa yan jî Îngilîstanê daxwaziyê ji Tirkiyê dikin ku hiqûqê binpê nekin jî lê, ji dil nînin. Xwedî wê qudretêne ku çawa emir bikin dikarin şer bidin sekinandin û çareserî pêşbixin. Amerîka eger ji Tirkiyê re bêje şer neke, Tirkiye qet nikare vî şerî berdewam bike. Ji lewma berdewam kirina şer jî dayîna sekinandin jî di destê hêzên navnetewî de ye, berjewendiyên wan çawa ferz bike ew jî wisa tevdigerin”.

"YEKÎTIYA GELAN Û YEKÎTIYA JINAN DIKARE PÊŞÎ LI FAŞÎZMÊ BIGIRE"

Leyla Agirî da xuyakirin ku tenê û tenê yekîtiya gelê Kurd û jinan dikare pêşî li van komkujiyan bigire û wiha berdewam kir "Me mînaka vêya herî balkêş û zindî li Kobanî de dît. Em di Kobanî de hem bi tekoşînê, hem bi îrade li berxwedayînê lê ya herî girîng jî bi yekîtiya gelan û jinan serkeft. Serketina herî mezin yekîtiya gelan û ya jinane. Em cara yekê di vê sedsalê de weke Kurd bûn xwedî destkeftiyên mezin. Ev destkeftî di encama tekoşîneke dijwar de û berdêlên pir mezin de hatine bidest xistin. Hîna jî em di kolanên Kurdistanê de şehîdên pir buha û pir hêja didin. Evane ji bo me tev berdêlên pir girîngin. Ev tev ji bo jiyaneke azad tê kirin. Yekîtiyeke demokratîk a Kurd û ya tevahî gelên demokrasîxwaz dikare çareseriyeke mayînde bîne. Me vêya bi awayeke pir eşkere li Kobanî dît. Berxwedana li Kobanî, Şengal û Kerkukê da nîşandan ku Kurd hemû sînoran bê watekirine. Berxwedana me ya li Kobanî, Şengal, Kerkuk û Bakurê Kurdistanê di rastiyê de hemû peymanên parçekirina Kurdistanê Syks Pîcot, Sevr, Lozan û hwd. pûç kiriye. Ev berxwedaniya hevbeş a Kurdan gelek destketiyên nû ji bo me avakirin. Ew rihê yekîtiyê ya li derdora Kobanî de hate cemhev û hevgirt divê îro bi riheke hîn berztir ji bo Bakurê Kurdistanê jî bicive."

"YA QAMIŞLO PARAST NISÊBÎN BÛ, DIVÊ ÎRO JÎ QAMIŞLO NISÊBÎNÊ BIPARÊZE"

Leyla Agirî ji bo xwedî derketina li Berxwedana Xweseriyê li Bakur bang li sê beşên din ên Kurdistanê kir û wiha got "Em dibînin ku niha li Bakurê Kurdistanê komkujiyeke pir hovane tê meşandin. Herçend îro şer li hindek deverên Rojava hebe jî lê, li herderê nîne. Divê Qamişlo tenê bi çalakiyên çûyîna ber sînor û hindek daxuyanî dayînê re sînordar nemîne divê bi temamî wê sînorê navbera xwe Nisêbînê ji holê rake. Divê Qamişlo biherike biçe Nisêbînê. Berxwedaneke pir watedar li Nisêbînê heye, parastina Nisêbînê ku derê ye helbet Qamişlo ye. Ya Qamişlo parast Nisêbîn bû divê îro jî Qamişlo Nisêbînê biparêze. Divê Dêrika Rojava Cizîr biparêze. Cîranên pir nêz in. Divê demê de çûyîna li ber sînor nobed girtin û daxuyanî dayîn hêjaye lê, têrê nake û ne çalakiyên li gorî ruhê demê radîkalin. Ezmûnên Rojava yên şerê bajaran heye. Divê ev tecrûbeyên şerê bajaran îro biherike bajarên Bakurê Kurdistanê. Divê ciwan beşdarı berxwedana li Bakur bibin. Me dît dema berxwedana Kobanê û Rojava de ji Bakur bi hezaran ciwan herikîn eniyên berxwedanê yên parastina Rojava û bi taybet jî Kobanê. Ji Amed, Serhed, Botanê bi hezaran ciwan berê xwedan Rojava. Demdema parastina pêşeroja Kurdan bû ji lewma hemû ciwanên Kurdistanê di derdora Kobanî de civiyan û xelekeke berxwedanê avakirin. Ev rih li Kerkûk jî, li Şengal jî wisa bû. Ruhê neteweyî wisa pêşket. Li her sê Kantonên Rojava de asteke xwedî derketinê heye lê, têrê nake divê çalakî li gorî dijwariya êrişan û rihê demê be”.

"HERÎ ZÊDE DERFETÊN BAŞÛR JI BO XWEDÎDERKETINA LI BAKUR HENE"

Agirî da zanîn ku gelê Başûr dikare seferber bibe ji bo berxwedana li Bakur û wiha got “Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên ciwanan, yên jinan û hwd. çêbûn lê, pir lewaz bûn. Başûr zêdetir dikare xwedî lê derkeve ji ber şert û mercên xwe zêdetir dest dide. Li Başûr qeyranên cidî yên aborî, siyasî û civakî hene. Hêzên herêmî nikarin ji vêya re bibin bersiv ji ber bi xwe jêdera pirsgirêkane. Valatiyeke cidî a pergalê heye. Lê, bi pêşengiya muxalefeteke gel û jinan dikarin pergaleke nû pêşbixin. Bi taybet ev dikare bi pêşengiya  Tevgera Azadî û RJAK çêbibe. Divê Başûr jî serketina xwe di serketina Bakur de bibîne. Pêwîste tevlîbûna ciwanên Başûr pir ji berxwedana Bakur re çêbibe. Eger ne ji berxwedana ciwanên Kurd baya wê di şexsê Hewlêrê de tevahî Başûr jî ketiba destê DAIŞ’ê. Lê, ciwanên ji her çar beşên Kurdistanê wek li Rojava li berxwedan li Başûr jî li berxwedan û bajarên Başûrê Kurdistanê parastin. Niha navendên gelek hêzên desthilatdar ên cîhanî li Başûr hene û nûneriyên wan hene. Divê gelê me, jin û ciwan van cihan dagir bikin û bêjin hûn di ber ev şerê qirêj de berpirsyarin, hûn alîkariyê didinê. Divê zexteke dijwar û radîkal li ser wan çêbikin da ku piştgiriya xwe ji bo dewleta faşîst a Tirk paşve bikişînin. Çalakiyên Başûr divê di asta serhildanan de bin, girseyî û radîkal bin”.

"JI MAKÛ HETA KIRMAŞANÊ DIVÊ BI PÊŞENGIYA JINAN ÇALAKIYÊN KURD WERIN LIDARXISTIN"

Agirî da zanîn ku çalakiyên li Rojhilat çêbûn watedar û hêjabûn lê, têrê nake û wiha berdewam kir "Çalakiyên divê dawiyê de gelê Rojhilat ji bo piştgiriya Bakur dan meşandin birastî jî pir girîng bû. Li gorî derfetên wan çalakiyên ku kirin zehf watedar bûn. Çalakiyên dayîkên aşitiyê ya li Sine pir watedar bû, li Kirmaşan, piranşar, Neqede, Tehran li hindek bajarên din yên Rojhilat jî çalakî pêşketin. Li Mahabadê xwastin çalakî bikin rejîma îslamî ya Îranê êrişî kir, ne hişt. Îradeya ku hate raberkirin girîng bû.  Çalakiyên jinên APO'yî û ciwanên APO'yî, kampanya hunermendên Rojhilat a dibêje ‘Hunera herî mezin aştiye’ xwedî wateyeke mezinin. Evane tev pir bi qîmetin lê, bes nakin. Em dibînin ku li ber çavê me komkujî çêdibin. Mînak niha Maku û Urmiye bêdengin. Lê, herdu bajar jî cîranê Bakurin, cîranê Serhedêne û Wanêne. Divê ciwanên Maku û Urmiyê herîı zêde beşdarî berxwedanê Bakur bibin. Cihên ku her timî di tekoşîna azadiyê de rol lîstine îro bêdengin. Em ji çi ditirsin gelo? Ji vê wextî şûndetir tişteke Kurd windan bikin û ji dest bidin nîne. Tiştên ku Kurd windakirine heya niha jixwe windakirine lê, ji vêya şunde êdî Kurd serdikevin, berbi serkeftinê ve diçin. Dîroka serkeftinê dinivîsin. Temaşekar bûyîn, bêdeng mayîn yanjî bi hindek çalakiyan re sînordar mayîn nabe. Divê ji Maku heya Kirmaşan çalakiyên gel dibin pêşengiya jinan de bihêztir û bênavber berdewam bike. Dema jiyan li Bakurê Kurdistanê disekine nabe ku Rojhilat bêje jiyan bi awayek asayî berdewam dike. Divê li Rojhilat jî jiyan bê sekinandin. Divê kolan tije mirov bin. Em hefteyekî ji Maku destpê bikin heya Kirmaşan dibin pêşengiya jinan de, dibin pêşengiya dayîkên aşitiyê de, bi pêşengiya ciwanan divê çalakiyên girseyî bên li darxistin, kuçe û kolan tijî bibin ji mirovan. Em biçin balyozxaneya dewletaTirka û navendên wan dagir bikin. Çalakiyên demokratîk yên girseyî dikarin bi şêweyên cûr be cûr pêşbikevin”.

"EV PÊVAJO ÇALAKIYÊN RADÎKAL DIXWAZE"

Agirî bi taybet bang li ciwanên Rojhilat kir ku mîna lehiyê biherikin nava refên azadiyê û berxwedana Bakur û wiha berdewam kir “Her wisa divê tevlîbûneke pir mezin ya ciwanên Rojhilat ji bo berxwedan û şerê parastinê ya li Bakurê Kurdistanê çêbibe. Tenê deriyê Bazirganê di navbera Makû û Serhedê de heye. Ciwan dikarin mîna lehiyê berê xwe bidin Bakur. Ti astengiyek li pêşiya Makû nîne. Tenê deriyeke ew derî jî pir rehet dikarin derbas bikin. Kî li pêşiya Urmiyê astengiyê çêdike bixwe astengiyê çêdike. Niha em statuya Kurdan û xweserî ji bo Kurdan li çar beşên Kurdistanê de dixin rojevê. Ji bo her çar beşên Kurdistanê ye. Eger dewleta Îranê êrişê çalakiyên ji bo Bakur tên li darxistin dike, wê demê ew jî şîrîkê ev şerê qirêj yê dewleta Tirk e. Eger ne şîrîkê dewleta Tirke divê bi ti awayî astengî ji çalakiyên gelê me re çêneke. Divê gelê me yê Rojhilat nebêje em li Rojhilatê Kurdistanêne çend çalakî bikin jî dibe. Ev pêvajo çalakiyên radîkal dixwaze, ji vê astê pir zêdetir dixwaze. Eger gelê Rojhilat bi girseyî rabe serhildanê, grevên birçîbûnê bide destpêkirin, biser balyozxaneyên dewleta Tirk de bigire, ciwan biherikin nava refên berxwedanê li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk wê biruxe, nikare li ber vê hêza gel û ciwanan li berxwe bide. Eger îro Bakurê Kurdistanê tenê were hiştin û di nava Bakurê Kurdistanê de jî hindek bajar tenê werin hiştin nabe. Divê niha Serhed li ser piya be, Dêrsim, Sêrt, Êlih li ser piya be. Divê Kurdên li bajarên Tirkiyê tev li ser piya bin. Di rewşeke gelê te di qirkirinê re di komkujiyan re tê derbaskirin de jiyan ji bo me herame, henaseyek jî kişandin ji bo me heram e. Tevlîbûnên ciwanên Rojhilat ji bo şerê Bakur û her wisa giştî jî refên azadiyê pir girîng e. Dem demê biryarê ye, dem demê tercihê ye. Dixwazin jiyaneke kole bi me bidin qebul kirin lê, êdî Kurd jiyaneke azad hilbijartiye. Ne gengaze ku tercîheke ji derveyî jiyaneke azad qebul bike. Divê dayîkên me yê aşitiyê hem qadan veguherin qadên tekoşînê. Gelek hunermend, rewşenfikir kampanyayek li Ewrupa, li Tirkiyê dan destpêkirin û  gotin em nabin şîrîkê ev şerê qirêj û helwesta xwe raber kirin. Divê hunermend û rewşenbîrên Rojhilat jî bi awayeke çalak beşdarî vê kampanyayê bibin. Ev dikarin biçin Bakur, Dayîkên me yên aşitiyê dikarin biçin Bakur, Surê û Cizîrê. Divê em di derdora Bakur de bibin xelek.  Em di Bakur de serbikevin emê weke netewa demokratîk a Kurd jî serbikevin. Ev serketin û berxwedan bi navê me tevane. Berxwedana Bakur mehkumê serkeftinê ye. Pir bi êş e ku îro bajarên me yên weke Maku û Urmiye tenê temaşeyê vê pêvajoyê dikin. Lê, bi dehan şehîdên wan heye, pir tevlîbûnên wan ji bo refên azadiyê hene. Eger em li gorî misilmantiyê jî biçin eger cîranê te birçîbe û tu jî têr bî divê wê şevê xew nekeve çavê te, xew heram e. Ev pîvan di ayetên pirtûka pîroz Quranê de jî heye. Eger em li gorî pîvanên exlaqî yên mirovbûnê jî biçin nabe ku şereke hem li rexme çêdibe ji nedîtîve werin anjî bêdeng bimînin. Eger yek qet nikare tiştek bike jî bila îmzayekî ji bo kampanyayên piştgiriyan bi avêje. Her wisa hindek hunera xwe ya stran çêkirinê heye bila stranekî çêkin, bila hinek qet nebe deh tumen weke alîkarî bide. Kî ji destê wê çi tê divê texsîr neke. Ji zarokên heft salî heya mirovên heftê salî jî muheqeq tiştên ku bikarin bikin hene. Zarok dikarin kampanyayeke bi navê ‘bila zarokên Kurdistanê neyên kuştin, em mafê xwe dixwazin, dixwazin jiyan bikin’  vekin. Ev berxwedanî berxwedaniya avakirina pêşerojeke azad e."

"BERSIVA JINÊN KURD DIVÊ ARTÊŞBÛYÎNA JINÊ BE"

Agirî herî dawî ragihand ku ancax artêşbûneke hevbeş a tevahî jinên Kurd bikare van komkujiyên li ser gel û jinan bide sekinandin û wiha axivî “Divê berxwedana Bakur bi riheke netewî xwedî derketin lê çêbibe. Divê ciwan bi beşdariyeke bihêz beşdarî YPS û YPS-jin bibin. Dem dema yekîtiyê ye, dem dema mezinkirina eniyên berxwedanê ye. Divê em eniyên hevbeş yênberxwedanê yê jinên Kurd pêşbixin. Heta em dikarin artêşeke hevbeş û netewî ya jinên Kurd pêş bixin. Ev pêwîstiyeke dem dirêj û mayînde ye. Pergala xwe avakirin pir girînge lê, di heman wextî de parastina vê pergalê jî zehf girîng e. Em dikarin jinên Başur, Rojhilat, Rojava û Bakur jî bînin gel hev. Pirsgirêkên sereke yên jinan nîqaş bikin. Bersiva me jinên Kurd ji bo berxwedana li Bakur û giştî Kurdistanê jî dikare artêşbûna jinên Kurd be. Di demeke gelê me di komkujiyê re di qirkirinê re derbas dibe de bêdengî ji bo me xiyanete, ji bo me bêwijdaniyeke pir mezin e. Eger kesek ji welatên Rojava tê û beşdarî vê berxwedanê dibe û vêya weke berxwedanê dibe, pêwîste  ciwanên Kurd zêdetir beşdar bibin”.