Hat ragihandin ku leşkerên artêşa Tirk li ser sînorê Riha û bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ciwanek Kurd qetil kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, leşkerên Tirk di 30’ê hezîranê de, li nêzî ser xeta sînor navçeya Cerablosê ya Kobaniyê gulle li ciwanek Kurd ê bi navê Ebas Henîfî Elo reşandinû di encamê de ji zik û lingê xwe bi giranî birîndar bû. Piştî ku rakirin nexweşxaneya Kobaniyê jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku ji ber bêkariya li Rojavayê Kurdistanê, yek ji wan kesên ku neçar maye li ser sînorê debara malbata xwe bike ye.
Li gor agahiyan, Eloyê 25 salî bê ku were hişyarkirin hatiye gullebarankirin. Ebas Henîfî Elo bavê 2 zaroka ne û malbata wî li navçeya Cerablosê ya Rojavayê Kurdistanê dijî.