Hat ragihandin ku 11 leşkerên di encama balefira ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve li Oremara Colemêrgê hatibû xistin û di teqîna di qereqolekê de birîndar bibûn û li Wanê dihatin dermankirin bo Akademiya Tibê ya Leşkerî ya Gulhaneyê (GATA) hatin veguhestin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 11 leşkerên birîdar duh bi şev ji Wanê bi balefiran şandin GATA’yê. Hat diyarkirin ku rewşa gelek birîndaran xedar e û birîndarên din li Wanê tên dermankirin.
HPG’ê li herêma Oremarê helîkoptera bi tîpa Skorsky xistibû û di encamê de herî kêm 8 leşkerên artêşa Tirk miribûn.