Leşkerên ji ber înfaza li Wanê hatin girtin serbest in

Leşkerên ji ber înfaza li Wanê hatin girtin serbest in

16 leşkerên ku bi hinceta Cercîş Atabay kuştine, di çarçoveya lêpirsînê de beriya çend rojan hatin girtin, dîsa serbest hatin berdan.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Fermandarê Cendirmeyan ê Wanê albayê malnişî Vecîhî Îyîgun beriya sê salan li Wanê biryara kuştina Cercîş Atabay dabû, di çarçoveya lêpirsîn de tevî 16 leşkeran hatibûn girtin, dîsa serbest hatin berdan.

Piştî ku parêzerên bersucan îtîraza girtinê kirin, her 16 leşker serbest hatin berdan. Lê biryar hat dayîn ku Albayê malnişî Vecîhî Îyîgun dê girtî bimîne.

Li gundê Kelê yê navçeya Ebexê ya Wanê di 7'ê Cotmeha 2009'an de leşkeran bi ser gund girt û 2 gêrîlayên HPG'ê û xwendekarê amadeyî Cercîş Atabay piştî saxî girtin ji aliyê tîmên taybet ve hatin înfazkirin. Şaxa ÎHD'ê ya Wanê piştî bûyerê li cihê bûyerê lêkolîn kir û di rapora amade kir de piştî îfadeyan 3 kes hatin îfazkirin aşkerkiribû. Malbatan piştî bûyerê li cihê bûyerê ji bo 3 kesan gor çêkir lê leşkeran bi operayonekê gor hilweşandin.