Kuştinên leşkerên Kurd ên di nava artêşa rejîma Sûriyeyê de berdewam dikin. Hat ragihandin ku leşkerên Kurd yê bi navê Rustem Ehmed li Reqayê hat kuştin.
Cenazeyê leşkerê Kurd Rustem Ehmed ê ku di sala 1991 de li Efrînê ji dayîk bû, li bajaroka Cindrês a herêma Efrînê spartin axê. Di merasimê de gelek kes amade bûn.
Malbata leşkerê Kurd ê ku li Reqayê hat kuştin bang li ciwanên Kurd kir ku êdî neçin leşkeriya Sûriyeyê.
Li gorî agahiyên malbatê dane, tenê 18 roj mabûn ku dema leşkeriya biqede û vegere mala xwe. Beriya Ehmed were kuştin, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û û diyar kiribû ku fermandarên wan gefa kuştinê li wan dixwin.