Leşkerê Kurd li Dereayê jiyana xwe ji dest da

Leşkerê Kurd li Dereayê jiyana xwe ji dest da

Kuştinên bi guman ên leşkerên Kurd di nava artêşa rejîma Sûriyeyê de berdewam dikin. Herî dawî leşkerî Kurd ê bi nave Henan Elo yê li leşkeriyê jiyana xwe ji dest da.

Her çendî, demê leşkeriya ciwanên Kurd ên di nava artêşa Sûriyeyê de diqede jî, lê dîsa jî rejîma Esad ciwanên Kurd naşîne. Ji ber wê jî her ku diçe kuştina leşkerên Kurd zêdetir dibin. Herî dawî leşkerê Kurd ê ji Efrînê yê bi navê Henan Elo jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku ciwanê Kurd ê ku di sala 1992’ê de li Efrînê ji dayîk bû, di 18’ê tîrmeha 2012 de li herêma Derea di encama şerê di navbera artêşa Sûriye û Artêşa Azad a Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest da.