Leşkerê bi navê Sezer Altundag ku li navçeya Erxenî ya Amedê leşkerî dikir û hate îdiakirin pê li mayînê kiriye û jiyana xwe ji dest daye, derket holê ku bi guleyekê li eniya wî ketiye jiyana xwe ji det daye.
Hate îdakirin ku leşkerê bi navê Sezer Altundag li naçveya Erganî ya Amedê pê li mayînê kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wî şandin Qerekola Cendermeyan a navçeya Sancak a Çewlîkê. Rayedarên Qerekolê agahî dan malabata Altundag û gotin ku kurê we di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest daye û cenaze teslîmê malbatê kir.
Apê Altundag, Emîn Altundag ku cenaze wergirt û wiha got: “Ji me re gotin kurê we di operasyonê de pê li mayînê kiriye. Lê dema me ruyê wî vekir gule li eniya wî ketibû. 3 meh bû çibû leşkeriyê. Cesedê wî texrîb nebibû. Kesê ku pê li mayînê bike beden texrîb dibe. Lê ya biraziyê min ne wisa bû.”
Altundag diyar kir ku wan ji rayedarên qereqolê pirsîne û wiha got: “Fermandar ji min re got; pê li mayînê kiriye, dixwazî bigirin, dixwazî negirin.’ Em dizanin ku pê li mayînê nekiriye. Em ê şopdarên vê bûyerê bin. Divê daxuyaniyek bi mantiq ji me re bidin. Herî dawî 15 roj berê me agahî jê wergirtinbû. Peyam ji min re şand û kontor xwest. Min kontor jê re şand. Em axivin. Ev axaftina me ya dawî bû. Duh cenazeyê wî ji me rehat.
Altundag got ku cenazeyê Sezer li gundê Sutgolu ya Çewlîkê spartine axê.