Leşkeran li Elkê bax û bostan bombe kirin

Leşkeran li Elkê bax û bostan bombe kirin

Tûgaya Komando ya Taktîk ya Elkê herêma Kanicemedê ya kontarê Çiyayê Katoyê dar ber top û guleyan. Herêma ku li ser wê bombe hatin barandin hemû bax û bîstan şewitandin.

Leşkerên Tûgaya Takîk ya Navçeya Elkê herêma Kanîcemedê ya kontara Çiyayê Katoyê da ber top û guleyan. Herêma ku ji duh de di bin gule û topan de ma, li gelek qadên daristanî, bax û bostanan şewat derket. Welatiyê bi navê H.H. ku guleya topê li baxê wî ket, ew bi saxî xilas bû lê bax û bostanê wî tev şewitî.

H.H. diyar kir ku, leşkeriyê ewil dehl û zeviyên wan dan ber topan û şewitandin. Leşkeran rêya me qut kir û em binçavkirin. Em 2 demjimêran binçavkirin. Piştî em 9 kes 2 demjimêran binçavkirin em serbest berdan. Neheqî li me kirin û em berdan.