Leşkeran li Ebexê ciwanê 19 salî bi giranî birîndar kir

Leşkeran li Ebexê ciwanê 19 salî bi giranî birîndar kir

Li mezraya Gulizarê yê gundê Sariksî yê Ebexa Wanê leşkeran ciwanê 19 salî Veysî Ecer bi guleyan birîndar kir û xistin komayê. Ecer ku 2 gule li wî ketin bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê.

Leşkeran li mezraya Gulîzarê ya Gundê Sariksî ya Ebexa Wanê ciwanê 19 salî Veysi Ecer da ber guleyan û birîndar kirin. Hate zanîn ku, Ecer serê sibê ji bo miha xwe ya winda bûye bibîne ji malê derket. Dema Ecer di ber qereqola leşkeran ya Ersanî re derbaz dibû, leşkeran gule li Ecer barandin. Ecer, piştî birîndar bû bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê. Ecer ku bi 2 guleyan birîndar bûye rewşa wî girane.