Serdanên konê şînê yê ji bo gerîlayê HPG’ê Reşat Ariyê yê ku di pevçûna li bejahiya Hezexê de jiyana xwe jidest dabû li gundê wî Şêxrucumê hatibû vedan ji aliyê leşker û polîsan ve tê astengkirin. Gora Arî jî ji aliyê leşker û polîsan ve hat dorpêçkirin. Serdanên konê sersaxiya gerîlayê HPG’ê Reşat Arî (Kamuran Penaber) yê 14'yê Hezîranê di pevçûna li bejahiya Hezexê de jiyana xwe jidest da û li gundê wî Şêxrucumê hatiye vedan berdewam dike. Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm bînîcî Serokên Rêxistinên BDP'a Mêrdîn, Riha û navçeyên wê, nûnerê MEYA-DER'a Rihayê Îhsa Yavuz, Cîgirê Şaredara Wêranşarê Sînan Burun jî di nav de komeke qelebalix xwestin biçin gundê Arî û sersaxiya malbata wî bixwazin. Lê polîsên ku ji Wêranşar, Serêkaniyê û Qoserê hatine li ser hemû riyên diçin gund noqteyên lêgerînê danîn, wesayîtên ji wir derbas bûn dan sekinandin, kontrola nasnameyan pêk anîn û bi hincetên ji rêzê ji bo gelek wesayîtan jî ceza hat birîn û girêdan.
Karwanê BDP'iyan nêzî mewqiya Akrepliyê ji aliyê bi sedan leşkerî ve hat rawestandin. Bînîcî diyar kir ku ew saet û nîvekê hatine rawestandin û got; "AKP tehemûlî miriyên me jî nake. Di şînan de lihev civiyan kurdan ditirsin. Piştî kontrola saet û nîvekê BDP'î ketin gund. Konvoya BDP'ê ji aliyê şêniyên gund bi dirûşmeyên wekî; "Şehîd Namirin, "Ey Şehîd Xwîna Te Erdê Namîne" pêşwazî kirin. BDP'î bi girseya ku ew pêşwazî kirin re heeta konê şînê meşiya. Piştî ku BDP'iyan sersaxiya malbatê xwestin Bînîcî xîtabî gel kir û wiha axivî: "Gelê kurd heta Rêberê wê neyê azadkirin ew ê têkoşîna xwe bidomîne. bila herkes vê yekê baş bizanibe. Rêhevalê me Reşat Arî jî nirxê me ye. Gelê kurd wekî heta niha ji vir û pê de jî dê stûyê xwe li hemberî zilmê netewîne.
'PARA HERKESÊ KU DENG DAYE AKP'Ê DI VÊ XWÎNÊ DE HEYE'
Nûnerê MEYA-DER'a Rihayê Îhsan Yavuz jî anî ziman ku AKP hewayê wekî dê pirsgirêka kurd çareser bike diafirîne û hewl dide ku gel bixapîne bi vê riyê dengan belav bike. Kengî dengên AKP'ê zêde bû wê demê zilm jî zêde dibe. Bila baş bê zanîn ku rûyê AKP'ê yê der heqê pirsgirêka kurd de aşkera derketiye holê. Ji vê saetê û pê de para her kesê ku deng daye AKP'ê di xwîna tê rijandin de heye."
GORA ARÎ HATIYE DORPÊÇKIRIN
Pişt re gora gerîla Arî yê bi girseyî hat ziyaretkirin. Li vê derê deqîqeyek rêz hat girtin. Dema ku girse xwest belav bibe leşker û polîsan jî bi wesayîtên zirxî goristan dorpêç kir. Girseyê jî demeke dirêj dirûşme berz kirin û dorpêçkirin şermezar kir. Piştî ku girse derbasî mala şînê bûn polîs û leşkeran jî xwe paşve vekişand derketina gund.
Gerîla Ari strana "Yan mirin yan Diyarbekir" strîbû.