'Leşkaran înfaz kir, dozgerî li pey veşartinê ye!

'Leşkaran înfaz kir, dozgerî li pey veşartinê ye!

Bi ser gulebarandina 2 welatiyên ji bo tesîsata avê ya gundê Dêrcemê ya bajaroka Sîtîlîlê ya Nisêbînê çêbikin çûn gund, ji aliyê leşkerên derketin operasyonê ve hatin kuştin 5 meh derbas bûn lê hêj derheqê tu berpirsiyaran de lêpirsîn nehate vekirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê Erdal Kuzu, diyar kir ku bûyer înfazeke zelale û gumana wan ya îdîanameyeke leşkeran ji vê yekê paqij bikin heye.

Li gorî nûçeya bi îmzeya Serkan Kurt ya ji DÎHA’yê, welatiyê bi navê Yusuf Akin yê 38 salî di 20'ê mijdarê de ji bo tesîsata avê ya gundê Dêrcemê ya bajaroka Sîtîlîlê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê çêbike çû gund û ji aliyê leşkeran ve hatibû gulebarandin û jiyana xwe ji dest dabû. Dema ku Akin alikariya Mehmet Eren dikir bûyer pêk hat û Akin bi 2 guleyan jiyana xwe ji dest da. Di heman bûyerê de Mehmet Eren jî birîndar bibû. Gundiyên şahidiya bûyer kirin diyar kirin ku wan tu dengên "rawestin" nebihîstin piştî dengê çekan bihîstin ji bo mudaxeleyê li birîndaran bikin çûn lê leşkeran ew jî gulebaran kirin. Di dema bûyerê de dozgeriyê li cihê bûyerê delîl kom nekirin û piştî roje derbas bû hate cihê bûyerê. Cîhê Akin lêhat qetilkirin û ciheke vala û ronî bû guman înfazê dîtin hişên mirovan.

RAPORA ÎHD'Ê: BÛYER ÎNFAZE

Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê piştî bûyerê rapor amade kir û tesbîta înfazê kir û xwet ku bi hêz û lez lêpirsîn bê kirin. ÎHD'ê diyar kir ku ji bo delîl neyên windakirin divê dozger bi xwe lêpirsînê bike.

'DIXWAZIN GUMANDARAN BIVEŞÊRIN'

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê Erdal Kuzu, diyar kir ku piştî bûyerê wan serî li Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê da û serlêdana sûc kirin û lê bi ser bûyerê de 5 meh derbas bûn hêj tu lêpirsîn nehatine vekirin. Kuzu, anî ziman ku ji ber di dosyayê de biryara veşartinê heye ew nizanin di dosyayê de kîjan delîl hene. Kuzu, bi birxist ku di dema lêpirsînê de daxwaza girtinê hate redkirin û wiha got:

"Mimkune ku ji bo gumandaran paqij derbixên îdîanameyekê amade bikin." Kuzu, da zanîn ku der heqê çend kesan de lêpirsîn hate vekirin û roje piştî bûyerê wan xwest ku hemû kesên di nav bûyerê de cih girtin bên diyarkirin û bên darizandin. Kuzu, bilêv kir ku wan li Serdozgeriya Komarê ya Nisêbûnê serlêdana sûç kirin lê tu agahiya wan bi dozê tuneye.