Şeva din leşker û polîsan li Taxa Çelîbîbagî ya Erdîşa Wan bi ser mala Ahmet Ataman de girtin. Hate diyarkirin ku Hediye Ataman bi îdîaya ku PKK’yî li hundirê malê ne, polîs û leşkeran nehiştiye ku j imalê derkeve û bi saxî ew şewitandine.
Ji wêneyên ku ji cihê bûyerê hatin, tê fêhmkirin ku Ataman hatiye kuştin. Cilên ku ji Ataman hatine kirin hovîtiyê bi zelalî nîşan dide. Ji xwîna li ser cilên van kesan diyar dibe ku gundiyan xwestine êgir bitefînin lê leşkeran nehiştine û li wan xistine.
PARÊZER KULAN: WÊ NIKARIBIN SER VÊ BINIXUMÎNIN
Parêzer Sedat Kula diyar kir, ew ê nehêlin ku ser vê bûyerê bigirin. Kula diyar kir di demeke nêz de ew ê vê bûyerê bi raya giştî re par ve bikin û ji raya giştî xwest ku bihistyar bin.
MALBATA ATAMAN: LEŞKERAN KIRIN Û KIRASEK LÊ FESILANDIN
Xizm Fatma Ataman jî wiha got: ‘’Em bi dengê çekan şiyar bûn. Piştî ku çend dengê çekan hate mal dane ber êgir. Beriya ku dengê çekê were tiştek nebû. Vê bûyerê leşkeran kir û piştre kirasek lê fesilandin. Li vê malê, kebaniya malê hate kuştin. Ji ber ku nehiştin ku ji malê derkeve bi saxî hatiye şewitandin. Em nizanin bê ka hevserê Hediye, Ahmet Ataman li kû ye. Piştre mal şewitandin û xizmên me bi êşkenceyê binçavakirin. Rûyê kesên ku hatin binçavkirin pelixandine. Sedema wê ji me re negotin. Belesebep ew birin.’’