Li gundê Aşût ê girêdayî Çelê ku tevgera leşkerî li sînor heye, welatiyên li ser rêya Şirnexê xendek kolandin û nerazîbûna xwe nîşan dan, rastî êrîşa leşkeran hatin. Di êrîşa leşkeran de 20 kes hatin binçavkirin, 3 hêstir hatin qetilkirin.
Welatiyên li hember sewqkirina leşkeran a li ser xeta sînor a li gundê Aşût ê girêdayî Çelê ya Colemêrgê rastî êrîşa leşkeran hatin. Welatiyên li hember leşkerên ku danê sibehê li xeta sînorê Herêma Federal a Kurdistanê di nav tevgerê de ne nerazîbûn nîşan dan, li ser rêya Çelê-Şirnexê rê li trafîkê girtin û xendek kolandin.
Hat diyarkirin ku leşkeran bi bombayên gazê û çekên rastî êrîşî gundiyan kirin, piraniya wan ciwan 20 welatî binçav kirin. Leşkerên bi vê têr nebûn dest danîn ser 10 hêstiran û ji wan 3 hêstir qetilkirin.
Li ser aloziya li gund rêveberên DBP û HDP’ê yên Çelê ber bi gund ve ketin rê. Aloziya li gund didome.