Leşker-polîsan mal şewitandin: Jinek bi şewitandinê kuştin
Li Erdîşê leşker û polîsan bi îdîaya ku PKK’yiyek tê de ye malek şewitandin. Nurettîn Ataman diyar kir, hevjîna birayê wî Hediye Ataman ku di malê de bû şewitî û jiyana xwe ji dest da.
Li Erdîşê leşker û polîsan bi îdîaya ku PKK’yiyek tê de ye malek şewitandin. Nurettîn Ataman diyar kir, hevjîna birayê wî Hediye Ataman ku di malê de bû şewitî û jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Çelebîoglû ya navçeya Erdîş a Wanê derengê şevê leşker û polîsên Tirk bi ser mala Ahmet Ataman de girtin. Malbata Ataman diyar kir ku mala wan dane berê gir. Nurettîn Ataman diyar kir, li hundir birayê wî Ahmet û hevjîna birayê wî Hediye Ataman hebûye, sibehê dema ku xanî bi kepçeyan xera kirin, ji malê cenazeyê Hediye Ataman hate derxistin.
ÊN KU XWESTIN BIBIN ASTENG HATIN BINÇAVKIRIN
Li gorî agahiyên berdest saet 03.00’an leşker û polîs ketine taxê, mal dorpêç kirin û bi îdîaya ku 'li malê PKK’yî hene' li malê reşandine. Hêzên dewletê ku demekê nehiştin kes nêzî malê bibe xizmên Ahmet Ataman Halît Ataman, Omer Ataman, Suphî Ataman û Kamuran Yîgît bi tehdeyê binçav kirin.
Piştî ku mal hate hilweşandin, danê sibehê cenazeyê Hediye Ataman ji binê xirbeyê xanî hat derxistin. Nurettîn Ataman diyar kir ku haya wan ji aqûbeta birayê wî nîn e, leşker û polîsan ji şevê dî ve nehiştin ku kes nêzî xanî bibe, li wan bi xwe jî xistine û ew di malekê de asê kirine.