Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re pêk anî, derket pêşberê çapemeniyê. Kiliçdaroglû li şûna pirsgirêka Kurd, dîsa got pirsgirêka “terorê.” Kiliçdaroglû diyar kir ku wan soz dane dayîkên “şehîdan” ku dê pirsgirêkê çareser bikin û got; “Pirsgirêka terorê êdî pirsgirêka me ya neteweyî ye”
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû di daxuyaniya da de dîsa peyva “Kurd” bi kar neanî û pirsgirêkê li şûna pirsgirêka Kurd weke “pirsgirêka “terorê” bi nav kir.
Kiliçdaroglû diyar kir “Teror êdî pirsgirêka me ya neteweyî ye” û got ku navnîşana çareseriyê Parlemento ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya niha pêşniyara avakirina “Komîsyona Aqilmenda” kiribû. Kiliçdaroglû der barê mijarê de got; “Hûn kîjan navî bixwazin em wî navî bi kar bînin. Komîsyona Aqilmendan xebateke neteweyî ye. Tê gotin ku ‘ji ber ku Apo vî navî bi kar aniye, ji ber wê hûn jî bi kar tînin’ . Wê demê em biguhertin bila ‘Komîsyona Rûspiyan be. Armanc ne nav e, armanc çareserî ye.