Kuştinên bê daraz ên li ser sînoran didomin

Kuştinên bê daraz ên li ser sînoran didomin

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê leşkeran li ser qaçaxvanan gule reşand û qaçaxvanek birîndar kirin. Ji serê salê ve herî kêm 15 kesên sivîl li ser sînor hatin kuştin.

Şevê din li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, komek qaçaxvanên ku dema ji xwestin di gundê Nîrdoşeyê re ji Herêma Federal a Kurdistanê derbasî Îranê bibin rastî êrîşa çekdarî ya leşkerên tirk hatin.

JI ROBOSKIYA DUWEMÎN ZÊDE BÛN

Di êrîşa çekdarî ya leşkeran de welatiyê bi navê Feredin Îsamedarin yê ji Îranê birîndar bû. Îsamedarîn rakirin nexweşxaneya dewletê ya Geverê. Piştî bûyerê welatiyê bi navê Alî Rustem hate binçavkirin. Welatiyan diyar kirin ku ew bi sivikî ji bûyerek din ya wekî Roboskiyê rizgar bûn bûn.

ÎNFAZÊN LI SER SÎNOR

Duh jî leşkerên Îranê li nêzî navçeya Penciwîn a Silêmaniyê gulle li komek kasibkarên Kurd reşand û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Rêveberiya Herêma Kurdistanê bûyerê piştrast kir û diyar kir ku ji bo zelalkirina bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.

Herî dawî, di 2’ê hezîranê de rejîma Îranê komek kasibkarên Kurd ên li ser sînor dan ber topan û di encamê de kesê bi navê Ferşed Derbasî jiyana xwe ji dest da û du kesên bi navê Mihemed Nûrî û Feysel Derbesî jî birîndar bûn.

Di 13’ê gulanê de artêşa Îranê li bajarê Serdeştê bi hinceta qaçaxçîtiyê gulle li komek Kurdan reşand û di encamê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan. Di 15’ê gulanê de jî 2 Kurdên sivîl li Serdeşt û Şinoyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin kuştin.

Li gorî tomarên ANF’ê, ji serê sala 2012 ve herî kêm 15 kes ji aliyê rejîma Îranê ve li ser sînorên Bakûr-Rojhilat, Başûr-Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.

DI SALA 2011 DE HERÎ KÊM 114 KES HATIN KUŞTIN

Li aliyê din hate ragihandin ku di 9 mehên dawiyê yên sala 2011 de zêdetirê 80 kes li ser sînoran ji aliyê leşkerên Îran û Tirk ve hatin kuştin, her wiha 60 kes jî hatine birîndarkirin. Leşkerên Îranê di nava 3 mehên dawî yên sala 2011 de 28 kesên sivîl li ser sînoran kuştine. 34 kesên ku di 28’ê berfanbarê de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana a Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin, ne di nava vana de ne. Tevî 34 kesên li Roboskiyê ev hêjmar dike 114.

DI SALA 2010 DE HERÎ KÊM 68 KUŞTINÊN BÊ DARAZ

Li gorî qeyîdên ANF’ê di sala 2010 de herî kêm 68 kes li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê hatin kuştin, bi dehan kes hatin birîndarkirin û bi sedan dewar û ajal telef bûn. Tê payîn ku ev jimar pir zêdetir be. Herwiha ji sersala 2011 û vir ve herî kêm 14 kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Îranê ve hatine kuştin. Herwiha di sala 2009 de jî herî kêm 90 kes li ser sînor hatin qetilkirin.