Kûrt: Dewletê li Şemizînanê kontrol wenda kir

Kûrt: Dewletê li Şemizînanê kontrol wenda kir

Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Adil Kûrt ku ji bo lêkolînan li herêma pevçûnê ye, got; “Dewletê kontrola xwe li Şemizanînê wendakiriye. Ji ber wê jî bi hemû helîkopter, tank û topanêrîş dikin. Di van êrîşan de daristan dişewitin û gund tên valakirin.”

Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Adîl Kurt, Wekîlê Şaredarê Bajêrgeh Tacettîn Sefali û Şaredarê Geverê Ercan Bora jî di nav de komek ji bo îdîayên çekên kîmyewî hatin bikaranîn lêkoîn bikin hatin Şemzînan. Hate zanînku pevçûnên li herêmê berdewam dikin, daristan dişewitin û mudaxele nayê kirin. Panzer li ser rêya bajaroka Rûbarokê hatine bicihkirin.

Heyeta BDP’ê ji ber ku ketin û derketinê hatiye qedexekirin, nekarî biçe herêma pevçûnê, çû serdana Şaredariya Şemizînanê. Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Adil Kûrt di daxuyaniya da de bal kişand ser polîtîkayên bêçareserîyê yali hemberî pirsgirêka Kurdan û destnîşan kir ku ev pevçûn ji ber van polîtîkayan diqewimin. Kûrt got; “Dewletê kontrola xwe li Şemizanînê wendakiriye. Ji ber wê jî bi hemû helîkopter, tank û topanêrîş dikin. Di van êrîşan de daristan dişewitin û gund tên valakirin.”