Cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Turgay Çelen (Argeş Delîla) ku di 4 Tebaxê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Selîmbeyê ya Wanê bi girseyî hate defin kirin. Bav û dayîka gêrîla Argeş diyar kirin ku, kurê wan şehîdê Kurdistanê ye, şêr û pilingê çiyayan bû.
Cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Turgay Çelen (Argeş Delîla) ku di 4 Tebaxê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Selîmbeyê ya Wanê bi girseyî hate defin kirin. Malbata gêrîla Argeş duh cenaze ji Morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtibû û şeva din anîbû navçeya Tetwanê ya Bedlîsê. Bi şev li wir wecîbeyên olî pêk anîn û îro di demjimêrên serê sibê de cenaze ber bi Wanê ve derxistin rê.
Cenaze anîn ber mala malbata gêrîla Argeş ya li Taxa Altintepeyê. Piştî nimêja cenazeyê li Mizgefta Hezretî Bîlal hate kirin, cenaze bi karwana birin Goristana Selîmbeyê. Li nêzî cihê goristanê girse cenaze ji ambulansê wergirtin ser milan û bi meşê heta goristanê birin. Beriya ku meş destpê bike Dayîka gêrîla Argeş Gulîzar Çelen li ser kurê xwe lorand û wiha got: " Xwedê, şikir be ku kurê min di riya xirab de ne çûye. Kurê min fermandar bû û 40 gêrîla hevalê wî bûn. Tu gurçika dayîka xwe yî. Pehlewanê dayîka xwe yî. Ez aştiyê dixwazim. Bese, bese, bese, em jî gunehin. Bila dayîkê gêrîlla û leşkeran êdî negirîn. Ma Erdogan kurê te ne di nava şer de ye, tu yê çima wisa nekî!"
DAYÎK GULÎZER ÇELEN DARBESTA KURÊ XWE HILGIRT
Piştî axaftina Dayîka gêrîla Argeş meş destpê kir. Di meşê de Seroka Rêxistina BDP’a Wanê Mîhrîban Şah, Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Şaredara Sixkê Nezehat Erguneş, rêveberên MEYA-DER û TUYAD-DER’ê, rêveberê BDP’a bajêr û bajaroka Sixkê, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, endamên Meclîsa Şaredariyê û Meclîsa Giştî û bi sedan kes cihê xwe girtin.
Di meşê de posterên gêrîla Argeş û hevalên wî ku pê re jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Girseyê bê navber dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Qatîl Erdogan" û "Dê Qendîl û Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin. Di dema meşê de balkêş bû ku xweşkên gêrîla Argeş posterên gêrîla Argeş hembêz û maçî kirin, Dayîk Gulîzer Çelen ket bin darbesta kurê xwe lorandinê xwe anî ziman. Piştî meşê cenaze hate veşartin. Li ser gorê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin.
‘JI BO KURDISTANA BI RÛMET BÛNE CANGORÎ’
Seroka Rêxistina BDP’a Wanê Mîhrîban Şah axaftinek kurt kir. Şah diyar kir ku, li Kurdistanê bi rojan şer didome û gel ciwanê xwe defin dikin. Şah anî ziman ku, ew ji bo jiyanek bi rûmet jiyana xwe ji dest didin û wiha got: "Bila şehîdên me dilşad bin û baş bizanibin em bi wan serbilindin. Ev mirinek bi rûmete. Pir bi dil êşe, lê belê rûmete. Bila gel xwedî li şehîdê xwe derkeve. Ji bo Kurdistana bi rûmet bûne cangorî. Em soz didin ku em dê di riya wan de bimeşin. An azadî an azadî, Şehîd namirin."
'KURÊ MIN ŞÊR Û PILINGÊ ÇIYA BÛ'
Bavê gêrîla Argeş Mahîr Çelen jî ji hemû beşdaran xêr hatin xwest û wiha axivî: "Kurê min di riya şeref û namûsê de jiyana xwe ji dest daye. Ji kerema xwe bila hemû kes heqê xwe helel bike. Ne tenê şehîdê min e. Yê hemû Kurdistanê ye. Ji bo doza Kurdistanê şehadet daye. Şêr û pilingê çiya ye."