Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kurê xwe Mesrûr Barzanî kir serokê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya ku nû hat avakirin. Partiya muxalîf goran got; “Ev pêngavek ber bi rejîma dîkdatoriyê ve ye.”
Konseya Neteweyî ya Herêma Kurdistanê roja yekşemê bi merasimekê hat vekirin. Li gorî nûçeya AFP’ê Serokê Herêma Kurdistan Federal Mesûd Barzanî beşdarî merasimê bû û ji bo konseyê got; “Dê hêzên me bike yek, Kurdistanê biparêze û dê agahiyên der barê hemû gef û xeteriyên li ser herêmê de bide.”
Konseya Ewlekariya Neteweyî hemû polîs, saloxgêriyên leşkerî û Asayîşê dixe dibin fermandeya xwe de.
Kurê Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî jî bû serokê Konseyê. Bi vî awayî kurê Barzanî di nava wezîran de jî cihê xwe girt. Endamê YNK’ê Xusro Mihemed jî bû alîkarê wî.
Partiyên muxalîf jî nerazîbûn nîşanî vê yekê dan. Berdevkê Goranê Şaho Seîd got ku ev pêngavek ber bi rejîma dîkdatoriyê ve ye.