Kurdistaniyan ji ber 15'ê Sibatê jiyan sekinandin

Ji ber salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistanê jiyan sekinî. Dikan nehatin vekirin, wesayît nexebitîn. Kurdistaniyan zarokên xwe neşandin dibistanê.

Ji ber salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistanê jiyan sekinî. Dikan nehatin vekirin, wesayît nexebitîn. Kurdistaniyan zarokên xwe neşandin dibistanê.

ŞIRNEX

Li navenda berxwedanê li Şirnex û hemû navçeyan ji bo şermezarkirina komployê jiyan hate rawestandin. Li Şirnex a ku bêdengiyeke mezin lê heye wê ji bo şermezarkirina komployê saet di 13.00'an de ji ber avahiyên HDP û DBP'ê heta Qada Omer Kabak meş bê lidarxistin. Li bajarokê Gundikê Mele, Dêrgul û Qasrikê jî esnafan derabeyên dikanên xwe engirtin. 

Ji biliî navçeyên Silopiya, Hezex û Elkê û navçeyên Qilaban û Basanê jî jiyan hate rawestandin. Li van navçeyan jî ji bo şermezarkirina komployê wê îro meş bên lidarxistin. 

MÊRDÎN

Li yek ji navendên berxwedanê Mêrdîn û navçeyan jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jiyan hate rawestandin. Li navenda Mêrdînê û navçeyên Qoser, Nisêbîn, Kerboran, Dêrik, Şemrex, Midyad, Mehsert, Stewrê û Rişmilê ji bilî firin û ezexaneyan her der girtiye. Li bajar û navçeyan bêdengî hakim e. Xwendekar neçûn dibistanan. Ji bo şermezarkirina komployê dê daxuyanî bên dayîn. 

Li navçeya Nisêbînê ku li dijî taxên berxwedêr êrîş hene derabe nehatin vekirin. Ji bo zarokê 12 salî Mugdat Ay ê duh ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin wê saet di 10.30'an de merasîma cenaze bê lidarxistin û piştre jî ji bo şermezarkirina 15'ê Sibatê û qatlîamên li Kurdistanê meş bê lidarxistin. 

Li navçeya Qoserê jî ji bo şermezarkirina komployê duh êvarî li Mala Jinayê ya Ubeydullah Eren a li taxa Turgut Ozal bername hate lidarxistin. Welatiyên ku li taxên Koçhîsar. Berçem û Îpekê hatin cem hev jî meş li darxistin û azadiya Ocalan xwestin. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Gel jî bi molotofan ve xwe parastin. 

Li navçeya ku esnafan derabeyê dikanên xwev enekirin jî dê saet di 13.00'an de daxuyanî bê dayîn û meş bê lidarxistin. 

Li navçeya Kerboranê ya derabeyên dikanan nehatin vekirin jî leşker di têketina bajar de kontrola nasnameyan dikin. Li aliyê din wesayîtên zirxî li navenda navçeyê bê navber dewriye digerin. 

AMED

Bi wesîleya 15'ê Sibatê li Amedê esnafan dikan venekirin û xwendekar neçûn dibistanan. Li Bismil, Farqîn, Erxenî, Hezro û gelek navçeyên din ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî esnafan dikan venekirin, ajokaran wesayîtên xwe nexebitandin û jiyan sekinandin.

SERHED

Ji ber salvegera komploya navnateweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêma Serhedê li gelek bajar û navçeyan derabe nehatin vekirin. Ji bo nerazîbûan xwe ya li hemberî komployê bidin der û balê bikşînin tecrîda li ser Ocalan li navenda Wanê û gelek navçeyên wê li kuçe û kolanên sereke derabe nehatin vekirin. Wê saet di 12:00'an de di bin banê rêxistinên HDP û DBP'ê ji Hala Sebze ber bi Xaçerêya 2'yê Nîsanê meşeke girseyî bê lidarxistin. 
 
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esnafan derabeyên xwe venekirin û her wiha li navçeyê wê di bin banê HDP û DBP'ê de îro saet di 12:00'an daxuyanî bê dayîn. 

Li navçeyên Malazgîr û Kopê yên Mûşê ji bilî dermanxane û firinan esnafan derabeyên xwe venekirin. Her wiha li navçeya Kopê li gel bêdengiyê, navçe ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Li navçeya Malazgîrê jî ya ku derabe lê nehatin vekirin jî, li avahiya rêxistina DBP'ê ya navçeyê paçê reş hat daliqandin. 

COLEMÊRG

Li Colemêrgê û navçeyên wê ku ji bo salvegera komployê bi rojane derabe nayên vekirin, îro jî jiyan rawestiya. Li bajêr li şaneşînên gelek malan û avahiya HDP'ê paçên reş hatin daliqandin. Li navçeya Çelê jî li avahiyan paçên reş hatin daliqandin û ji bilî dermanxane û firinan esnafan derabeyên xwe venekirin. Li navçeya Geverê ya ku bi rojane li hemberî êrîşên hêzên dewletê li ser piyaye jî, esnafan derabeyên xwe venekirin û ajokar neçûn ser wesayîtên xwe û xwendekaran çûyîna dibistanan boykot kirin. Li navçeya Şemzînanê jî ji bo şeremezarkirina komploya 15'ê Sibatê gel jiyanê rawestand. 

EDENE-MERSÎN

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî li Edeneyê esnafên ku duh derabeyên xwe venekiribûn, îro jî venekirin. Li navçeyên Seyhan, Yuregîr û Ceyhanê yên Edeneyê li taxên Barbaros, Daglioglû, Firat, Gulbahçe, Denîzlî, havûzlûbahçe, Kûçûkdîkîlî, Şakîrpaşa, Ova, Onûr, Ûçak, Anadolû, Başak, Dedekorkût, 19 Mayis, Kûçûkkirim, Belediyeevlerî, Yersûvat, esentepe, Înênû û Altiocakê esnafan derabeyên xwe venekirin. Li taxê bêdedengiyek heye û her wê di saetên pêş de dibe ku gel dakeve kuçeyan. 

Li Mêrsînê jî esnafên ku duh ji bo şermezarkirina komployê derabeyên xwe venekiribûn, îro jî venekirin. Li navçeyên Toros, Akdenîz û tarsûsê li taxên Demîrtaş, Kurdalî, Yenîpazar, Hal, yenî mahalle, şevket Sumer, Gundogdû, Guneş, Tozkoparan, barbaros, Fahrettînpaşa, Fevzî çakmak, Gîrne, şahîn, baglar û mîthatpaşayê esnafan derabeyên xw evenekirin. Her wiha karker neçûn ser kar û hemwelatî zarokên xwe neşandin dibistanê. Li taxan li gel bêdengiyê, çûn û hatina polîsan balê dikşîne. 

KOBANÊ

Li Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê esnafan dikanên xwe venekirin. Bi tenê firin vekiriye. Welatiyan kincên reş li xwe kirin û li gelek dargeh û malan kevnikê reş hatiye girêdan.