Kurdistan xwe ji mitînga 14’ê Tîrmehê re amade dike

Kurdistan xwe ji mitînga 14’ê Tîrmehê re amade dike

Li 7 bajaran ji bo mîtînga "Ji Ocalan re Azadî û Raperîna Demokratîk" ku ji aliyê KCD û BDP'ê ve bê lidarxistin amadekarî û civîn berdewam dikin. Li Edene, Antalya, Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Şirnex û Amedê civînên gel hatin lidarxistin.

Li Edeneyê KCD û BDP'ê li taxên Daglioglu, Gulbahçesi, Hurriyet û Barbarosê yên Seyhana Edeneyê civînên gel bi girseyî hatin lidarxistin. Di civînan de endam û rêveberên BDP'ê jî amade bûn. Di civînên gel de Serokê BDP'a Edeneyê Ugur Bayrak, ani ziman ku niha 8 hezar siyasetmedarên kurd neheq girtî ne. Bayrak, bal kişand ser komkjiya Roboskiyê û da zanîn ku hêj hesapê kuştina 34 kesan nehatiye pirsîn. Bayrak bang li her kesî kir û xwest Amed û Edeneyê di 14'ê Tîrmehê de bikin yek.

'JI BO AZADIYA OCALAN LI QADAN BIN'

Li navçeyên Alanya, Manavgat, Kemer, Kepez û Muratpaşa yên Antalayê jî ji bo tevlêbûna mîtînga 14'ê Tîrmehê ku li qada Îstasyonê ya Amedê pêk bê civinên gel hatin lidarxistin. Di civînên gel de Endamê Meclîsa BDP'ê Hamdullah Muftuoglu û rêveberên BDP'ê Amade bûn. Muftuoglu û Serokê BDP' Antalyayê ÎHsan Nergiz bang li gel kirin û xwestin ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tev li mîtîngê bibin.

LI BÎSMÎLÊ MEŞA GIRSEYÎ

Li navçeya Bîsmîla Amedê jî girseya ku li ber avahiya BDP'e ya Bîsmîlê kom bûn meşek girseyî pêk anî. Di nava girseyê de Parlementera Bîsmîlê Cemile Eminoglu, Hevserokê BDP'a Bîsmîlê Yasemin Şehmusoglu, Nizamettin Azad, endam û rêveberên BDP'ê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bû heta Kolana Nato meş pêk anîn. Girsê di meşê de dirûşmeyên "PKK gel e, gel li vir e", "Bîsmîl ranezê li vîna xwe xwedî derkeve" û "Deşta Bîsmîlê hêlîna Apociyan", "Bijî Serok Apo" berz kirin. Piştî meşê li ser navê girsê Serokêk BDP'a Bîsmîlê Nizamettin Azad, bang li her kesî kir û xwest li azadiya Ocalan xwedi derkevin.

Li Sêrtê jî Şaredariya Sêrtê şahiya ge pêk anî. Di şahiya gel a li taxa Algulê pêk hat de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak endam û rêveberên BDP'ê û endamên meclîsa şaredariyê amade bûn. Di şahiyê de Kişanak, bang li her kesîe kir û xwest di 14'ê Tîrmehê de li Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêşeroja gelê kurd xwedi derkevin. Kişanak, da zanîn ku gelê kurd dixwazin pirsgirêkê bi rêya aştî, demokrasî û edaletê çareser bikin û bigêjin mafê xwe yê ziman, nasname, çand û azadiyê. Kişanak, bilêv kir ku dê di mîtîngê de Azadiya Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwazin.

Li navçeya Misircê ya Sertê jî xebat û amadekariyên ji bo tevlêbûna mîtîngê didomin.

LI ÊLIHÊ BERIYA MÎTÎNGA AMEDÊ ŞAHÎ HÊK HAT

Li Êlihê jî Rêxistina BDP'ê ya Êlihê ji bo bi girseyî beşdarî mîtîngê pêk bînin li Mala Gel a Musa Anter şahî organîze kirin. Di şahiyê de Wekîla Serokê BDP'ê Ayşe Agilgat, Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, endam û rêveberên BDP'ê jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Girsê di şahiyê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Ocalan Ocalan" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan berz kir. Piştre koma erbanê ya zarokan a Mala Ahmet Kaya derket ser dikê. Li taxa Yeşiltepe jî civîna gel hate lidarxistin.

'EM NAXWAZIN CENAZEYAN PÊŞWAZÎ BIKIN'

Ji bo mîtînga 14'ê tîrmehê ya bi şiyara "Ji bo Azadiyê Berxedana Demorkatî" ya li Amedê bê li darxistin li Navçeya Dêrika Mêrdînê jî civînên gel hatin li darxistin. Xebatên ku dê heta 13'ê mehê li hin taxên din jî bên kirin, civîna duyemîn jî li Taxa Dag hatin li darxistin. Civîna ku gelek kes beşdar bibûn de wekîlê şaredarê Dêrikê Dogan Ozbahçecî jî cihê xwe girt. Ozbahçecî bertek nîşanî operasyonên leşkerî da û ev tişt got: "Em wekî gelê kur dêdî naxwazin cenazeyên zarokên xwe pêşwazî bikin. Di vê dema ku em civînê li dardixin de, li Şemrexê, Nisêbînê û Serêkaniyê gel cenazeyên zarokên xwe pêşwazî dikin. mîtînga ku wê di 14'ê tîrmehê de li Amedê bê li darxistin de, dê bibe qêrîna aştî û azadiyê."

'EM DÊ DI 14'Ê TÎRMEHÊ DE LI AMEDÊ BIN'

BDP'a Şirnaxê ji bo mîtînga ku dê di 14'ê tîrmehê de li Amedê pêk bê, xebaten şahiyê li taxên wekî Gazîpaşa û Yeşîlyurtê didomîne. Di şahiya ku posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin de, bê nevber dirûşmên wekî "Bijî Serok Apo" hatin avîtin. Alîkarê serkê BDP'a Şirnaxê Yusuv Ugur berşdarî şahiyê bû û ev tişt got: "Ev hefteyeke em xebatên xwe dimeşînin. Dê xebatê me berdewam bikin. Em di 14'ê tîrmehê de li Qada Îstasyona Amedê li kêleka gelê Amedê me."

LI HEZEXÊ JÎ XEBAT DIDOMIN

Li Navçeya Xezexa Şirnexê jî bê navber xebatên 14'ê tîrmehê didomin. Xebatên ku ji hêla endamên meclisê û rêveberên BDP'ê ve tên meşandin berdewam dikin. Xebetkaren BDP'ê mal bi mal digerin û gel ji bo vexwandina mîtîngê agahdar dikin.