Kurdên Kakaî: Em ti caran naxwazin PKK ji gel me biçe

Kurdên Kakaî yên li bajaroka Daquq a Kerkûkê dimînin bertek nîşanî daxuyaniyên rayedarên PDK’ê yên, gerîlayên HPG’ê li Başûrê Kurdistanê mêvan in dan û gotin ew naxwazin PKK ji gel wan biçe.

Kurdên Kakaî yên li bajaroka Daquq a Kerkûkê dimînin bertek nîşanî daxuyaniyên rayedarên PDK’ê yên, gerîlayên HPG’ê li Başûrê Kurdistanê mêvan in dan û gotin ew naxwazin PKK ji gel wan biçe.

Kemal Kerîm ê ji gundê Topzavaye diyar kir Kurd hemû yek in û ji yek qewmê tên, çi bakûr be, çi başûr, çi rojava çi jî rojhilat be û got: “Em rêz digirin ji bo gerîla ji ber ku gerîla di demek wiha awarte de hatin alîkariya me û bi pêşmergeyan re bi hev re ev xak parastin. Ji Şengal heta Kerkûk, heta Celawla ev xak parastin. Em dixwazin gerîla her li gel me bin û qet ji gel me neçin.”

Mam Letîf ê ew ji li başûrê Kerkûkê li gundê Topzava dijî wiha axivî:  “PKK birayê me ne. Hatine gel me û bi pêşmergeyan re mil bi mil li hember çeteyan şer dikin. Em spas dikin ji wan re''

Mam Letîf têkildarî gotinên rayedarên PDK’ê yên PKK li Başûr mêvan e got: “Em PKK’ê wek mêvan nabînin. Kî dibêje PKK mêvan e ew bi xwe mêvan in. Kî ji ber maf û doza Kurdîtî şer bike em jêre spas dikin. Ji kîjan parçeyê Kurdistan be bila bibe em spas dikin û em ê heta dawiyê jî di xizmeta wan de bin.”

Zarokê bi navê Rêbaz jî weke hemû zarokên Kakayî ji gerîla pir hez dike û got, “Ez ti caran naxwazim gerîla ji gel me biçe.”

...