Cîhan Karaman ê li Cizîrê di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, bibîr xistibû, ku AKP ji komkujiya li jêrzemîna wehşetê berpirsyar e û gotibû, "Yên ku destê wan ketiye nava xwîna zarokên me, ew jî berpirsyar in."
FERHAT ARSLAN
ÊLIH / ANF
sêşem, 1 adarê 2016, 07:04
Cîhan Karaman ê li Cizîrê di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, beriya jiyana xwe ji dest bide bibîr xistibû, ku AKP ji komkujiya li jêrzemîna wehşetê berpirsyar e û gotibû, "Yên ku destê wan ketiye nava xwîna zarokên me, ew jî berpirsyar in. Kurdên deng dane AKP'ê, bila ne bên cenazeya me, ne jî bên sersaxiya malbatên me."
Xwendekarê Zanîngeha Egeyê Cîhan Karaman, tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê têkildarî wî biryara tedbîrê girt jî, ji bo rakirina wî ambûlans nehat şandin û li jêrzemîna wehşetê, ji ber jêçûna zêde ya xwînê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî ku cenazeyê Cîhan Karaman li Êlihê hat veşartin, li Mala Gel a Mehmet Sîncar serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin. Bav M. Latîf Karaman gotinên Cîhan ên ji bo balê bikişîne ser wehşeta li Cizîrê bilêv kiribû li ser kaxizekê nivîsand, ji yên tên sersaxiyê re dixwîne û hewl dide vebêje ku bi têrkerî xwedî li mirovên li jêrzemînên wehşetê hatin qetilkirin, nehatiye derketin.
Bav Karaman da xuyakirin, ku kurê wî bi zanebûn hatiye qetilkirin û tevî ku matmayî û bi hêrs e jî hewl dide mirovên li derdorê bêhnfireh bike. Bav Karaman diyar kir, têkoşîna azadiya gel li ser dayîn berdêlan ava dibe û ji bo berxwedana gelê Cizîrê û yên jiyana xwe ji dest dane got, "Dema ez ji xwe re dibêjim; ez niha bavê şehîd im, ez li ber xwe dikevim. Ji bo em bibin layiqê wan, me tiştek nekir. Dema mirov li jêrzemîna wehşetê hatin şewitandin, diviyabû em ne ker û kor bûna."
'CÎHAN LI HEMBERÎ KOMKUJIYÊ BÊDENG NEMA, WIJDANÊ WÎ TEHEMÛL NEKIR'
Bav M. Latîf Karaman bibîr xist, ku kurê wî dema li Îzmîrê li zanîngehê dixwend berê xwe da Cizîrê û ji ber ku tehemûla wî ji wehşeta li Cizîrê re nema, çû Cizîrê. Bav Karaman got, "Kurê min li Îzmîrê bû. Eger mîna me hemûyan xemsar bûya, wê ji nedîtî bihata. Lê belê wijdanê Cîhan ev qebûl nekir. Ev yek rewşeke hinekî eleqeya xwe bi rûmet û wijdan re heye. Wî bi xwe di 14'ê Kanûnê de mesajek ji me re şand. Gotibû; 'kes nabêje canê xwe bidin, bi tenê xwedî derkevin, nerazîbûna xwe nîşan bidin. Li Cizîrê mirovahî hatiye binpêkirin û komkujiyeke mezin tê kirin. Li pêşberî vê wehşetê hûn çawa dikarin li mala xwe, di nava nivînan de bi dilrehetî razên'. Em ê çawa bibin layiqê wan? Dibe ku em ne layiqin ku ji xwe re bêjin 'bavê şehîd' im. Mîna kurê min Cîhan, dibe ku îro li Cizîrê bi hezaran kes hene, ew bajar di emrê xwe de nedîtine. Eger bixwestibûna dikarîbûn neçûna wî bajarî, lê wijdanê wan tehemûl nekir û çûn wê derê. Cîhan heta vî emrê bi sekna xwe, bi merhameta xwe û bi nêrîna xwe re her tim serbilind bû. Di vî warî de em pê serbilind in. Ji ber ku li Cizîrê gel bi komkujiyeke mezin re rû bi rû bû, wijdanê Cîhan nikarîbû vê tehemûl bike. Lê em bêdeng man. Gelê Kurd ne ev e. Mîna beriya 10 - 20 salan dema em bi mîlyonan daketin kolanan û xwedî lê derketin, hingî em ê karibin bi ser bikevin. Di rewşeke berevajî de yek bi yek em ê vê êşê bikişînin. Kurê min çû lê bila zarokê kesekî din neçe. Ji bo vê jî çareyek bi tenê heye; divê em dengê xwe bilind bikin."
'KURDÊN DENG DANE AKP'Ê BILA NEYÊN SERSAXIYA ME'
Bav Karaman destnîşan kir, ku Kurdên deng dane AKP'ê divê bi ti awayî neyên serdana sersaxiya wan û diyar kir, ev Kurdên deng dane AKP'ê, bûne hevparê komkujiyên wehşî yên li Kurdistanê. Karaman got, "Ez ji Kurdên di hilbijartinê de deng daye AKP'ê re dibêjim: Destê wan jî di nava xwîna zarokên me de ne. Ew jî hevparê vî sûcî ne. Bila ew nebêjin; me tenê deng dan. Na ew jî hevparê vî sûcî ne, ew jî hevparê komkujiya li jêrzemîna wehşetê ne. Û ji Kurdên deng dane AKP'ê re dibêjim; bila ne bên cenazeyê min, ne jî bên sersaxiya min. Destê wan di xwîna zarokên me de hene. Divê gelê Kurd demek ji ya din zûtir êdî li xwe vegere û nehêle wehşeta li Cizîrê hat kirin, li Hezex û Sûrê bê kirin. Kurê min tevlî karwanê şehîdan bû. Cîhan êdî şehîdê têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd e. Dilsoziya bi têkoşîna şehîdê gelê Kurd re, erka me ya rûmetê ye."