Kurdê bi navê Welîd Bekir ê 43 salî yê ji Efrînê dema ji bo benzîn bîne diçû Lazqiyeyê li ser rêya di navbera Îdlîb û Lazqiyeyê li rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da. Her wiha kurê wî yê 12 salî jî birîndar bû.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin duh, kurdê bi navê Welîd Bekir ê 43 salî yê ji gundê Keferedela Efrînê dema ji bo benzîn bîne diçû Lazqiyeyê li ser rêya di navbera Îdlîb û Lazqiyeyê li rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da. Her wiha kurê wî yê 12 ê salî jî birîndar bû
Hat îdîakirin ku li ser rêya Lazqiyeyê endamên Artêşa Sûriyeya Azad gulle li wesayîta wî reşandine û Bekir jiyana xwe ji dest da, kurê wî yê 12 salî birîndar bû.