Kurd wê serokê xwe yê hêja qet ji bîr nekin!

"Dibe ku em bimirin, lê em ê ti carî teslîm nebin. Em ber bi şehadetê ve dimeşin, em serbilind in, hûn jî bi me serbilind bin!"

"Dibe ku em bimirin, lê em ê ti carî teslîm nebin. Em ber bi şehadetê ve dimeşin, em serbilind in, hûn jî bi me serbilind bin!"

Rêberekî gel, rêberekî berxwedanê bi van gotinên xwe yên dawî re ev wesiyet li mirovên li dû xwe kir.

Ji bo mirov hêza ruhê azadiyê bibînin, pêwîstî pê nîne ku mirov berê xwe bidin Spartakûs.

Derket holê ku lehengên gel timî ne di pirtûkan de ne, ne di serdemên berê de ne. Dijîn û di nava me de ne.

Eşkere bû ku pêwîstî pê nîne mirov li nizanim kîjan serdema dîrokê, li kîjan sed salê vegerin.

Ji bo têgihiştina vê, dîtin û fêmkirina rewşa îro têrê dike. Ya girîng ew e, ku mirov zanibin rast lê binêrin, bibînin û fêm bikin.

Kevneşopiya berxwedanê ya Mezopotamyayê dewam dike. Kawayê Hesinkar bi tenê xeleka destpêkê bû, xeleka dawî jî bû Mehmet Tûnç.

Me careke din sekna serînetewandinê ya Mazlûm Dogan, ya Seyît Riza dîtin.

Nîşanî me hemûyan da, ku qehremanên em wêne û gotinên wan bi dîwaran ve dikin, em gotinên wan bi kar tînin, ew jî mirov in û dema mirov ji xwe bawer bikin, dikarin çi bikin...

Mehmet Tûnç.

Mîna Denîz Gezmîş bi serbilindî, bi biryardarî û bêtirs ber bi mirinê, ber bi şehadetê ve meşiya.

Bi qasî ku bêje "Dibe ku ya mîna Geliyê Zîlan li vir jî biqewime" pêşdîtî, bi qasî bêje "Em şehîd bikevin jî wê ev têkoşîn bidome" bi bawer û biryar bû.

Li dîroka Kurdan, li dîroka mirovahiyê, li dîroka berxwedêran nav û sekna xwe neqişand.

Û Mehmet Tûnç nîşanî Kurdan da ku pêşengî çawa tê kirin, çawa dikare bê kirin.

Nîşan da ku pêşengî tê wateya meşa li pêş.

Ne tenê rêya berxwedêriya herî baş, berxwedêriya herî bi biryar nîşan da, di heman demê de di vê rêyê de bêteredût meşiya.

Nîşan da ku rêbertiya gel çawa tê kirin.

Careke din anî bîra me hemûyan ku qehremantî, cesaret û mirina di oxira nirxên jê bawer dike de, nemirin e.

Raxist pêş çavan ku qehreman di serdermên berê de asê nemane.

Bi mesajên xwe yên ji bo berxwedan, biryardarî, bawerî û yên li pey xwe man re, cihê xwe di dilê Kurdan, di dilê berxwedêran de girt.

Qet bêhêvî nebû, dema ber bi mirinê ve diçû jî ji yên mayî re digot, 'Em nehatin ser çokan, em ê teslîm nebin'.

Di axaftina xwe ya dawî de digot, 'Em ê piştî kêliyeke din ber bi şehadetê ve bimeşin, em serbilind in. Hûn jî bi me re serbilind bin.'

Mehmet Tûnç ne tenê ji bo Cizîrê, ji bo berxwedêriya Kurd a xwedî karakterekî nû, bû sembol.

Bû sembola pêşengiya gel.

Bi gotina wî 'Keleha Botanê ya hilneweşiya û wê ti carî hilneweşe Cizîr' bû ew, ew jî bû berxwedan.

Mîrateyeke bi vî rengî ji zarokên Kurdan re hişt.

Mehmet Tûnç û hevrêyên wî, ku bi helwest, sekin û gotinên xwe re bandoreke kûr li me hemûyan kirin, bi destên xwe û bedena xwe rê nedan faşîzmê, di rêbaza têkoşînê ya Kurdan de bû werçerxek.

Em careke din bi Mehmet Tûnç re hîn bûn; Seyîd Riza yê bi sekna xwe ya serî natewîne, Qazî Mûhammed ê di nefesa xwe ya dawî de jî mesaja yekîtî û têkoşînê da, Mazlûm Dogan ê bi gotina 'Berxwedan ber bi serketinê, teslîmiyet ber bi xiyanetê ve dibe' biryardariya xwe nîşan da û Denîzên li hemberî mirinê derketin hînê dijîn, ruhê wan bi yên li pişt xendekan re ne û mîrateyên wan li Kurdistanê hatine mezinkirin.

Zarokên Kurd wê bi destana berxwedanê ya Wî û hevrêyên wî re mezin bibin.

Dayik û bavên Botanî wê wesiyeta wî bigihînin zarokên Cizîrê, bi vê wesiyetê zarokan mezin bikin û li dijî faşîzmê derkevin.

Cizîrî wê ji niha û pê ve, hîn bêhtir bi serbilindî û bi hêrsa li dijî faşîzmê bêjin 'Ez Cizîrî me'.

Ne Cizîrî, ne jî Kurd hemû wê serokê xwe yê hêja ji bîr nekin.