Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî di nav de girtina 10 siyasetmedarên kurd li Dîlok, Qilaban û Artemêtanê hat şermezarkirin.
DÎLOK
Rêxistina BDP'a Dîlokê li avahiya BDP'a Şahînbeyê civîna gel li dar xist. Tevî BDP'iyan endamên Kongreya Demokratîk a Gelan, EMEP, EDP û ÎHD'ê jî tevlî civînê bûn. Serokê BDP'a Dîlokê Salîh Şahîn di civînê de axivî û bal kişand li ser operasyonên li dijî BDP'ê. Şahîn got; "Bi armanca rojevê biguherînin operasyonan lidar dixin. Lê bila neyê jibîrkirin ku emê Roboskiyê jibîr nekin. Piştî axaftina Erdogan şaredarên me yên Wanê hatin girtin. Ewê nekarin gelê me yê Wanê teslîm bigirin. Em ê di hilbijartinên herêmî de hê xurttir derkevin pêşberî wan."
QILABAN
Rêxistina BDP'a navçeya Qilaban a Şirnexê û xebatkarên şaredariya Qilabanê jî ji bo girtina 10 rêvebir û şaredarên BDP'î li avahiya BDP'ê civîna çapemeniyê lidar xist. Cîgirê Şaredar Fehmî Yaman, Serokê BDP'a Qilabanê Yunus Urek, xebatkarên şaredariyê û gelek welatî tevlî civînê bûn. Serokê BDP'a navçê Yunus Urek daxuyanî da û bal kişand li ser operasyonên siyasî û leşkerî. Urek wiha axivî: "Balkêş e ku hema piştî Serokwezîr Erdogan got, 'Ez Wanê dixwazim' operasyon pêk hatin. Hikûmeta AKP'ê dixwaze pirsgirêka kurd hê aloztir bike. Lewma serî li rêbazên wekî; pêkûtî, kuştin,, operasyon û girtinan dide." Daxuyanî bi 5 deqîqe çalakiya rûniştinê bidawî bû.
ARTEMÊTAN
Şandeya ku ji parlementerên Wanê Nazmî Gur û Ozdal Uçer, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Cîgira Şaredarê Wanê Gulbahar Orhan û endamên meclîsa bajêr pêk dihat şaredariya Artemêtanê ziyaret kirin. Heyet li navçeya ku Şaredar Abdulkerîm Sayan jî hatibû girtin ji aliyê Cîgirê Şaredar Riza Bayram, rêvebirên BDP'ê û welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Bayram piştî pêşwazîkirinê li hemberî girtinan nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku bi armanca astengkirina xizmetên ji bo gel operasyon pêk hatine. Bayram anî ziman ku ji vir û pê de dê hê bi biryartir xizmeta gel bikin û da zanîn ku ji vir û pê de ew ê bi şêwazê seferberiyê bixebitin.
Parlementerê Wanê Nazmî Gur jî ew hêvî dikin ku ev bêhiqûqî ji holê rabe û şaredarên wan ên girtî ji demeke ya din zûtir serbest bên berdan. Gur anî ziman ku piştî girtinan wan lez daye xebatên şaredariyê û destnîşan kir ku bedelê wê çi dibe bila bibe ew ê xizmetên xwe bidomînin.