Li bajarê Helebê ku nêzî 600 hezar Kurd lê dijîn, pevçûnên dijwar di navbera artêşa rejîma Esad û Artêşa Azad a Sûriyeyê de diqewimin. Hat ragihandin ku pevçûn gihiştin taxên Kurd lê dijîn û gelek kuştî û birîndar hene. Kurdên li van dijîn, berê xwe dan semta Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê. Kurdê bi navê Muhemed Elî Helawî yê 33 salî yê ji gundê Dodiyan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF'ê yê Helebê dane, li Helebê, şerên di navbera rejîma Esad a piştgirî ji Rûsya û Îranê digire û muxalîfên ku pitşgirî ji welatên Rojava, Tirkiye, Qetar û S.Erebîstanê digirin de diqewimin. Hat ragihandin ku pevçûnên dijwar gihiştin taxê hejmarek zêde ya Kurdan lê dijîn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rejîma Esad di şer de tank û helîkopteran bi kar tîne û pevçûn gihiştin semtên Heyderiye û Mesakîn Heneno. Hejmarek zêde ya Kurdan li van her du semtan dijîn. Hat ragihandin ku gelek kuştî û birîndarên sivîl hene. Hat ragihandin Kurdê bi navê Muhemed Elî Helawî yê 33 salî yê ji gundê Dodiyan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Kurdên li van her du semtan dijîn berê xwe dan semta Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên ku piraniya şêniya wan Kurd e.
Hêjayê gotinê ye ku Heleb, piştî Şamê duwemîn bajarê mezin ê Sûriyeyê ye û nêzî 600 hezar Kurd li Helebê dijîn.