Kujerên Mûsa Anter, îtîrafkarê berê-cerdevan Hamît Yildirim ku wêneyên îtîrafkar Abdullkadîr Aygan de hate teşhîskirin li Şirnexê hate binçavkirin.
Nêzî saetên serê sibê li bajaroka Kumçati ya Şirnexê 5 wesayîtên sivîl bi giştî 10 wesayît bi ser mala Yildirim de girtin. Di serdegirtina malê de lêkolîn hate kirin û di encam de 2 çewal belge hatin desteserkirin û Hamît Yildirim jî di encama kontrola polîsan de hate binçavkirin û Yildirim birin Amedê.