Hamît Yildirim ê ku tê gotin ku di cinayeta nivîskarê Kurd Mûsa Anter de tetîk kişandiye, li Şirnexê hate binçavkirin îro anîn Amedê.
Kujerên Mûsa Anter, îtîrafkarê berê-cerdevan Hamît Yildirim ku wêneyên îtîrafkar Abdullkadîr Aygan de hate teşhîskirin li Şirnexê hate binçavkirin. Piştî karûbarên li Midûriyeta Emniyeta Şirnexê, şandin Amedê
Di saetên serê sibê li bajaroka Kumçati ya Şirnexê 5 wesayîtên sivîl bi giştî 10 wesayît bi ser mala Yildirim de girtin. Di serdegirtina malê de lêkolîn hate kirin û di encam de 2 çewal belge hatin desteserkirin û Hamît Yildirim jî di encama kontrola polîsan de hate binçavkirin û Yildirim birin Amedê.