Kujerê nivîskarê Kurd Mûsa Anter, îtîrafkar û tetîkkêş Hamît Yildirim ê ku weke “Hemîdê Şirnexê” tê nasîn, hat binçavkirin. Hate zanîn ku destê wî di Komkujiya Basa ya ku 11 kesên di munîbusê de dan ber gulleyan û piştre şewitandin, de jî heye. ANF’ê beriya 4 salan belav kir ku kujerê Mûsa Anter Hamît Yildirim li Dêrgulê dijî û di nava kesên komkujiya Basayê pêk anî de jî cih girtiye. Ev 20 sal in Yildirim li Basayê dijî û tevî birayê xwe qaçaxçîtiya gumrika Mêrsîn-Xabûrê dikin. Lê balkêş bû îro piştî nûçeyek a rojnameya Sabahê hat girtin.
Piştî îtîrafkar Abdukadîr Aygan ê ku heta niha jî Swêdê dijî, di îtîrafên xwe de ragihand ku di cinayeta Mûsa Anter de Hamît Yildirim tetîk kişandiye, ANF’ê çar sal beriya niha belav kir ku kujerê Apê Mûsa li bajaroka Dêrgulê dijî, her çendî 20 sal in li wir dijî, lê heta niha tu lêpirsînek nehatibû destpêkirin. Yildirim îro serê sibê hat binçavkirin.
TEVÎ 7 CERDEVANAN KOMKUJÎ PÊK ANÎBÛN
Hate zanîn ku di nava 7 cerdevanên di sala 1996’ê de li navçeya Basa ya Şirnecê 5 jê cerdevan 11 kesên di wesayîtê de bûn dan ber gulleyan û şewitandin de, Yildirim jî hebû. Fermandarê Tûbaya Piyade ya Şirnexê Selahattîn Gorgulu fermana vê komkujiyê dabû. Sercerdevan Ahmet Ozalp jî cerdevanên ku beşdarî komkujiyê bibin hilbijartibû. Cerdevan û îtîrafkar Haci Oztunç, ji ber “gelek axivî” ji aliyê JÎTEM’ê ve hat kuştin û termê wî li gortistana bêkesan a Silopyayê hat veşartin. Sefer Bîldîk ê niha li Antalya û sercerdevan Ahmet Ozalp niha li Sêrtê dijî.
KUJERÊN ANTER ÇIMA NIHA HAT BINÇAVKIRIN?
Her çendî ANF’ê beriya 4 salan belav kir ku kujerê Mûsa Anter Hamît Yildirim li Dêrgulê dijî û di nava kesên komkujiya Basayê pêk anî de jî cih girtiye. Ev 20 sal in Yildirim li Basayê dijî û tevî birayê xwe qaçaxçîtiya gumrika Mêrsîn-Xabûrê dikin. Lê balkêş bû îro piştî nûçeyek a rojnameya Sabahê hat girtin.
Îtîrafkar-cerdevan Sefer Bîldîk jî di sibata 2003 de li Başûrê Kurdistanê bi wesayîteke bombe barkirî ve hatibû girtin û piştre şandibûn Girtîgeha Dihokê. Piştî demekê, di çarçoveya peymana di navbera JÎTEM û pêşmergeyan de serbest hat berdan û li Deriyê Xabûrê radestê JÎTEM’ê hate kirin. Piştî demekê Sefer Bîldîk ê li navçeya Elkê ya Şirnexê dijiya, li Antalyayê bi cih bû.
Sercerdevan Ahmet Ozalp jî ku di komkujiya Basan de rola sereke leyîst, niha li Sêrtê mîna “karsazek” dijî.